Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên wan êrişa li derdora Bendava Tişrînê têk birin û li gundên derdorê operasyona paqijkirinê dane destpêkirin.
Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
Li gorî rapora CHP’ê ya têkildarî qeyûman, heta niha li 154 şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin û vê rewşê bandor li 11 milyon û 202 hezar û 496 hilbijêran kiriye.
Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
Danişîna doza rêveber û nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê, ji bo lêkolînkirina dosyayê hat taloqkirin.
Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de ku ji ber heqaretên zayendperest bertek nîşanî polîs dabû, lêpirsîn hate destpêkirin.
Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
Seroka IFJ’ê Dominique Pradalié diyar kir ku dewleta tirk bi rêbazên mafyayê rojnamegeran qetil dike û wiha got: “Kujer ji ber necezakirinê hebûna xwe didomînin. Lê divê her kes bizane ku heke rojnameger nebin, demokrasî jî nabe.”
Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne
Nivîskarê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku HTŞ ajandaya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêk tîne û ji bo êrişên ser Kobanê jî wiha got: “Amerîkayî, Fransî û ewropayî divê pêşî li Tirkiyeyê bigirin da ku nekare bajarekî wiha bûye sembol dagir bike.”
‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’
Rojnameger Argeş Viyan diyar kir ku êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: “Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn gelek girîng e.”
Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin
Katîbe Bîlgîn ku keça wê rojnameger Cîhan Bîlgîn hatibû qetilkirin, wiha got: “Îşala rêhevalên Cîhanê dê pênûsa wê û Nazim li erdê nehêlin.” Bavê wê, Mehmet Nesîm Bîlgîn jî anî ziman ku keça wê kamera û pasaporta xwe girtiye û berê xwe daye Rojava û emniyetê jî bi vê sedemê ew tacîz kirine.
'Ji bo polîtîkaya berfirehkirina Tirkiyeyê tu hincet nîne'
Endamê ADAM-DER'ê Muhsîn Dalfîdan diyar kir ku piştî HTŞ'ê derbasî Şamê bû SMO jî êrişî kurdan kir û Tirkiye li Rojhilata Navîn polîtîkaya berfirehkirinê dimeşîne, lê ne rewa ye.
Makîneya Nazim dê tomarkirina heqîqetê bidomîne
Wênekeşa Nazim Daştan ku di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de tevî hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin, di destê hempîşeyê wî Dogan Cîhan de heqîqetê dinivîse.
Hevserokên DEM Partiyî: Divê Abdullah Ocalan were berdan
Hevserokên DEM Partiyê yên Edene, Mêrsîn û Antalyayayê xwestin ku Tirkiye biryara mafê hêviyê ya DMME’yê bi cih bîne û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berde.
Di êrişa dewleta tirk de li Kobanê dayikek û zaroka wê hatin qetilkirin
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê bi çekên giran êrişî gundê Cadê yê li başûrê Kobanê kirin. Di êrişê de zarokek a 12 salî û dayika wê hatin qetilkirin.
Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedar hatin girtin
Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedarên tev li çalakiya protestokirina qetilkirina rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, hatin girtin.
9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin
Di çalakiya protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê ya li Setenbolê de 14 kes hatibûn binçavkirin. 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.