‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
Di encamnameya civîna Meclisa Jinan a DEM Partiyê de bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga xwedîderketina li şoreşa jinê hate kirin.
Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
Bi hinceta “Trafîk xitimandine” cezayê pereyan li wesayîtên kesên beşdarî şîna rojnameger Nazim Daştan bûn, hate birîn.
Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
Rojnameger Delal Akyuz li dijî biryara hefsa malê ku 11 meh in didome û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de, serî li DMME’yê da.
Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê li li dijî hevşaredar Turkan Kayir a ji partiyê hatiye îxrackirin meş li dar xist û banga îstîfayê kir.
Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
Şêx Murşid El Xeznewî ku piştî bavê wî ji hêla rejîma Baasê ve hatî qetilkirin li Norweçê bi cih bûbû û ji wir vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên tifaqê dimeşîne, wiha got: “Ji bo tifaqa di navbera Kurdan de tu caran hêviyeke ewqas mezin çênebûbû.”
‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Baroya Amedê Berfîn Elçî da zanîn ku di dema pêvajoya lêpirsîna doza Narîn Guranê de delîl ji hêla malbatê ve hatin tunekirin û got ku ji bo êdî bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn banga xwedîderketina li danişînê ku dê sibe were lidarxistin li her kesî kir.
Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna bi hevşaredarên partiyê re de bal kişand ser serlêdana ji bo Wezareta Dadê kirin û wiha got: “Tişta divê were kirin ew e ku deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
Di danişîna biryarê ya doza girtina GOÇÎZDER’ê de dadgehê biryara girtina komeleyê da.
Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got; “Heta ku êriş ser destkeftiyên me hebin em ê xwe biparêzin” û diyar kir ku ew parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin di çareseriyê de cih bigirin.
Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
Tirkiyeya ku bi komkujiya Dêrsim û Zîlanê re ji damezrandina xwe heya niha li hemberî kurdan hiqûqa şer binpê dike, piştî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê careke din bal kişand ser sûcên şer yên ku dike.
Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
Sevîm Encû ku di Komkujiya Roboskê de 2 birayên xwe winda kir û hevjînê wê jî birîndar bû, diyar kir ku hevjînê wê Servet Encu tekane şahidê dozê ye û wiha got: “Lewma her tim zext li hevjînê min kirin. Mala me hate gulebarankirin, ji ber zextan me ji gundê xwe bar kir. Lê dîsa jî hevjînê min dev ji dozê berneda.”
Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
Endamê Meclisa Komarê ya Portekîzê Jorge Pînto ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da got: "Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê bibe alîkar ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd."
HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir. HSD’ê got ku di pevçûnan de bi dehan endamên koma paramîlîter a SMO’yê hatine kuştin, panzêrek û 2 wesayîtên doçkabarkirî hatine rûxandin.
Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
Li Hesekê ji bo piştevaniya bi HSD’ê re bi hezaran kes meşiyan. Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di meşê de wiha got: “Ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk divê em bi hev re bixebitin.”