Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
Di danişîna doza ku der barê leşkerê ku li navçeya Cizîrê zarokê 18 mehî Mehmet Uytun qetil kir de hat îdiakirin ku bombeya gazê ya ku bû sedema mirina Uytun nehat dîtin. Dadgehê biryar da ku li benda bersiva nîqaşa ku ji fermandariya cendirme re hatiye nivîsandin bisekine.
Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
Nobeda li ser sînorê Nisêbînê ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê di 13ê Kanûnê de li dijî êrişen li ser Rojavayê dest pê kiribû didome. Di nobedê de peyama, “Bila deriye Îmraliyê bê vekirin” hat dayîn.
Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hat gotin ku divê her kes rêzê ji bo îradeya xwebirêvebirinê ya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.
Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
Dewleta û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên Girê Spî û Til Temirê, depoyên genim û Çarxerêya Sirînê bombebaran kirin.
Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
Partiyên Tifaqa Kurdistanî piştî daxuyaniya hevpar a têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û gotin ku piştî sed salan firsendek ketiye destê gelê Kurd û banga yekitiya neteweyî kirin.
Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji welatên di Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin tenê Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî mafên gelê Kurd e.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
Di 20’ê Kanûnê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê di qawîşan de lêgerîn hate kirin. Di dema lêgerînê de girtî hatin derbkirin û der heqê wan de du lêpirsînên disiplînê yên cuda hatin destpêkirin.
Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
Partî û saziyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî û dewleta tirk hate kirin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêstatû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye. Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”
Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn çêbû. Di teqînê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
Welatiyên tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin bûn, wiha gotin: “Me di sala 2014’an de Kobanê li dijî DAIŞ’ê çawa parastibe, dê îro jî bi heman ruhî biparêzin.”
Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina 23’yê Cotmehê de Abdullah Ocalan jê re gotiye; “Kurd, ne Kurdên 100 sal berê ne. Kurd, dê heta dawiyê mafên xwe biparêzin.”
Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê cezayê qedexeya hevdîtinê û cezayê hucreyê li 37 girtiyan hatibû birîn. Ev ceza, ji hêla Dadgeriya Înfazê ve hatin erêkirin. Girtiyan, têkildarî cezayan bi rêya parêzerên xwe pêvajoya îtîrazê dan destpêkirin.
'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku li Sûriyeyê aştî bi pêkhateyeke piralî pêkan e û got: "Li Sûriyeyeke pirnasnameyî de, modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, modeleke ku li gor rizaya civakê ye."