Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin

Endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê bertek nîşanî biryara girtina komeleya wan dan û gotin: “Ev biryar, biryareke siyasî ye û derbeyeke li dijî têkoşîna lêgerîna maf e.”

Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de axivî û wiha got: “Tirkiye, jiyana li Rojava hedef digire. Weke gelê Kurd em van êrişên ser Rojava qebûl nakin. Em ê xwedî li jiyana li wir derkevin.”

Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!

Welatiyên Amedê bertek nîşanî zema ji bo mûçeyê kêmtirîn hatiye kirin dan û wiha henekên xwe pê kirin: “Pir zêde kirine. Bila mûçeyên teqawidan jî betal bikin, wê demê dê aborî pir baş bibe.”

AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir

Dadgeha Destûra Bingehîn, serlêdana Hamîlî Yildirim ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin a ji bo mafê hevdîtina li ser telefonê, red kir.

Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin

Serokê Dadgehê di doza Narîn Guranê de bertek nîşanî ap Erhan Guran ê pirsên têkildarî dîmenên derbkirinê dibersivand da û got: “Ka tu bi Xwedê dev jê berde. Min li nava çavê we nihêrt û ev pirs kir. Heke te bigota me niha ev nîqaş nedikir.”

Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin

Rojnamegerên jin ên di dema protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatin girtin, diyar kirin ku dê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin û wiha gotin: “Li ku derê dibe bila bibe em ê binivîsin û bikişînin.”

Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir

Welatyê bi navê Nezîr Tekçî li Geverê hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin. Parêzerê dozê Huseyîn BogaTekçî diyar kir ku doza Tekçî bi xetereya demborînê re rû bi rû ye û banga tevlibûna danişîna dozê kir.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da

Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên di demên dawî de li dijî Elewiyên li Sûriyeyê tên kirin daxuyaniyek da û wiha got: “Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta armaniya nakin.”

Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin

Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ku rêveber û nivîskarên wê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, 11 sal û 7 meh cezayê hefsê hate dayin.

Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê

Girtî Ramazan Kaya ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê. Kaya, wiha got: “Piştî vê hevdîtina telefonê nizanim dê çi bi serê min bê.” Kaya, banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan

Serokê PEN a Navneteweyî Burhan Sonmez, diyar kir ku qetilkirina rojnamegerên Kurd û zextên li ser wan nîşaneya bêperwatiyê ye û wiha got: “Ji bo nixûmandina rastiyan rojnamegeran hedef digirin.”

‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’

Rojnamegerên li Wanê bertek nîşanî qetilkirina hevpîşeyên xwe dan û gotin, “Tevî binçavkirin, girtin û zextên bi salan, me paşve gav neavêt. Em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên hatin qetilkirin bidomînin."

Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike <br>  Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve

Akademîsyen Haşim Zêbarî û Kamûran Berwarî diyar kirin ku tekane derdê dewleta tirk a li Sûriyeyê hêzên Kurdan e û wiha gotin: “Tirkiye jî dizane ku Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk. Tunebûna destkeftiyên li Rojava dê bê wateya tunebûna Iraq û başûrê Kurdistanê.”

Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir

Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guranê dest pê kir.

< 469 470 471 472 473 > Rupel 471 / 5.358