Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
Wezareta Dadê, serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi erênî bersivand.
Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
Navnîşana înternetê ya ajansa me ya bi navê “mezopotamyaajansi40.com” hat astengkirin.
Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Îzmîrê bertek nîşanî qetilkirina rojnamgeran a ji hêla dewleta tirk û Îsraîlê ve dan û wiha gotin: “Divê faîl bên eşkerekirin û cezakirin. Êriş ne tenê li dijî rojnamegeran, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
Rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar jî di nav de hezar û 43 kesan ji bo destpêkirina “pêvajoya aştî û demokrasiyê” bang li avêtina gavên lezgîn kirin.
Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
Di danişîna doza Nezîr Tekçî de mîralayê teqawid Alî Osman Akin û yarbay Kemal Alkan bi sûcê “kuştina bi hesta cinawirî” dihatin darizandin. Dozger, careke din mutalaaya xwe bi daxwaza beraetê da.
Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
Nobedarên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê diyar kirin ku heta êrişên dagirkeriyê dewam bikin ew ê di nobedê de bin û gotin: "Berxwedan mirovan bi ser dixîne."
Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bi girtina nobedê tê şermezarkirin. Di nobeta îro de wiha hat gotin: " Muxatabê aştiyê diyar e. Tişta ku îro li Rojhilata Navîn diqewime ji bo hemû gelan firsendeke mezin e."
Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
Dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê êrişî derdora Tişrînê dikin û pevçûnên dijwar li herêmê diqewimin.
Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
Di doza qetilkirina Narîn Guranê de bersûc Nevzat Bahtiyar parastina xwe kir. Bahtiyar, Salîm Guran sûcdar kir û wiha got: “Tu hatî û te cenazeyê Narînê da min.”
Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet a demkî” ragihand.
Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
Bi hinceta nivîsa têkildarî qeyûman nivîsandî, der heqê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hate dayin.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran, di 49 dozan de rojnamegerî parast, ji ber 31 rojnamegerên polîsan tundî lê kiribûn jî serlêdanên sûc kir.
DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
DEM Partiyê bi sedema “rêzikname, bername û paradîgmaya partiyê tune hesiband”, Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir.
HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku di pevçûnên şevê din heta serê sibeha îro de 22 endamên komên paramîlîter di bersivdayina hêzên wan de hatine kuştin.