Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin

Rojnameger Erdogan Altan bal kişand ser rolên HTŞ'ê ya ku li Şamê bi desteka hêzên hegemonîk rêveberiyê bi dest xist û gava derkeve derveyî van rolan wê bi çi re rû bi rû bimîne û got: "Ya wê dilê hêzên global xweş bike yan jî wê bê tasfiyekirin."

Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir

Di doza qetilkirina Narîn Guranê de ap Salîm Guran parastina xwe kir û wiha bal kişand ser Nevzat Bahtiyar: “Hem em hem jî malbata me tune kir.”

Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn

Kamûran Daşdemîr ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê ya Erziromê tê ragirtin diyar kir ku hejmara cezayên hucreyê yên tên dayin zêde dibin û banga hestiyariyê li rêxistinên maf, civaka sivîl û girseyên demokratîk kir.

Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê

Derheqê Velî Encu de ku ji bo birayê xwe û 33 kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin daxwaza edaletê kir, 17 doz hatin vekirin û 4 salan di girtîgehê de ma. Encû, got: “Ji Zîlanê heta Roboskê faîl tu caran nehatin girtin. Weke malbatên Roboskê em ji roja ewil heta niha li pey gotina xwe ne. Divê berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.”

Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan

Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê nayê qebûlkirin û gotin,: “Divê tu rojnameger li hemberî qetilkirina Nazim û Cîhan bêdeng nemîne. Divê êdî em zincîrên tirsê bişikînin."

Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye

Emîra Er a ji Rojavayê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bû diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê nehatine ser sînor, wekî xwediyê dozê hatine û got ku kurd jî wekî her kesî li Sûriyeyê mafê wan heye ku xwe bi rê ve bibin.

Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin

Dayikên Aştiyê yên di sala 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê çûbûn ser sînor, bal kişandin ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha gotin: “Divê em dîsa bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin.”

Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin

Di sala 2024'an de biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, di doza Kobanê de ceza li siyasetmedar û rojnamegeran hat birîn, ji bo qeyûman tayîn bikin daraz bi kar anîn. Kesên ku kuştinên kiryar nediyar, tacîz û tecawizê hatibûn sûcdarkirin, bi rêya daraz û bêcezakirinê hatin parastin.

ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN

Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in

Berdevkê Ragihandina QSD'ê Ferhat Şamî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya tirk a "Bendava Tişrînê bi temamî di bin kontrola SMO’yê de ye" derewand û got: "Em li vir in, em ê li vir bin."

Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin

Danişîna doza Narîn Guranê piştî navberê, dozger kurtehiya mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Danişîn, bi parastinên li dijî mutalaayê didome.

ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Azîz Sari diyar kir ku xetereyeke mezin li ser jiyana girtiyên nexweş Fevzî û Omer Arslan, Celal Ercan û Haci Alagaş heye û hişyarî da.

Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne

Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê de ev peyam hate dayin: “Em dilê Rojava ne. Heta ku ev şerê li her çar parçeyên Kurdistanê disekine em ê li ser pêyan bin.”

Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin

Nîzamettîn Kabaîş ku keça wî Rojîn Kabaîş bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, di 2’yemîn danişîna doza Narîn Guranê de li pêşiya edliyeyê bang li parêzeran kir û got: “Çima tu kes keça min napirs e? Keça min hate qetilkirin.”

Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren hate berdan.

< 468 469 470 471 472 > Rupel 470 / 5.358