Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
Bendava Tişrînê û derdora wê hate bombebarankirin.
Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
Qeyûmê li Şaredariya Akdenîzê hatiye tayînkirin, ji her kesên weke “hilbijêrên xeyalî” hatibûn tespîtkirin re 2 midûrtî da.
HSD: 18 çete hatin kuştin
HSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên li Minbic û Bendava Tişrînê de 18 endamên komên paramîlîter hatine kuştin û 7 wesayîtên zirxî, 3 tank û 6 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.
‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
Nûnerên partiyên siyasî li pêşiya Şaredariya Akdenîzê bertek nîşanî îktîdarê dan û gotin: “Dê qeyûm biçin, gel dê bimîne. Em ê serî netewînin.”
DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
DEM Partiyê, lêpirsîna der heqê Baroya Stenbolê de hatiye destpêkirin weke “girêdayî polîtîkaya qeyûm e” û got: “Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê û rêxistinên pîşeyî.”
Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ji bo çûna Îmraliyê ew ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin.
Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ji bo pêşkeşkrina çavkaniyên aboriyê yên Akdenîzê qeyûm lê hatiye tayînkirin.
Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî helwesta dewletê ya nezelal a li dijî sekna wî ya siyasî ya ji bo çareseriya demokratîk gelek caran nîşan daye, bi salan berê hişyariya “cidiyetê” kiribû û got: “Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encamekî rast bi dest bixe.”
Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
Ayşe Guler ku bavê wê Siddik Guler yek ji girtiyên nexweş e û rewşa wî giran e, wiha got: “Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ji roja birine Girtîgeha Îskenderûnê heta niha erebeya wî ya astengdaran jê re nehatiye dayin."
Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
Welatiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê li ber xwe didin, wiha gotin: “Yên demokratîkbûnê dixwazin bila dev ji polîtîkayên qeyûm berdin. Em dev ji îradeya xwe bernadin.”
Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
Ji ber xala 'bêyî ku endamê rêxistinê bin li ser navê rêxistinê sûc kirin' ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve 2 caran hat betalkirin, hêj gelek kes tên binçavkirin. Xala ku behsa wê tê kirin ji bo qeyûm tayînî şaredariya Miksê bikin wek hincet hat bikaranîn.
Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
Parêzvanê mafên mirovan Coşkûn Ustercî ku yek ji îmzevanê metna divê meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin de ye, wiha got: "Pir rast e ku divê muzakere ji Îmraliyê dest pê bike."
Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
Parêzer Gulîzar Tûncerê anî ziman ku di pêvajoya nû de divê zimanê bê bikaranin bê guhertin û got: "Di vê pêvajoyê de gengeşeyên ku tên kirin divê bên şênberkirin û civakîkirin."
Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Herêma Serhedê hişyariya barîna berfê û şilopeyê kir.
Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad diyar kir ku yekitiya netewî ji bo rawestandina êrişên ser Rojava girîng û jiyanî ye û got: "Niha pêwistiya me bi stratejiyeke neteweyî heye. Ji bo vê jî divê em serî de yêkitiya xwe ava bikin. Konferanseke netewî lezgîn û jiyanî ye."