Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli binpêkirinên li dijî girtiyê nexweş Yilmaz Ustek xist rojeva Meclisê û xwest ku ÎHÎK van binpêkirinan lêkolîn bike.
Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Riha, Amed û Şirnexê 7 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
Bi hinceta ku tev li çalakiya protestokirina hewldana tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûne, li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin.
Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
Xelkê Kantona Firatê li dijî komkujiya dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê şevê din li Bendava Tişrînê kirin, li Kobanê daket qadan.
'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
Parlamenterên DEM Partiyê di çalakiya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de axivîn û wiha gotin: “Qeyûm ji ku hatibe dê gel dîsa wî bişîne wê derê.”
Bombebarana li Tişrînê didome
Dewleta tirk derdora Bendava Tişrînê ku çalakiya nobetê lê didome bombebaran dike.
Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
Kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakut, di 3’yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
Nûnerên pêkhateyên HDK'ê diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin kampanyaya ‘Ji bo aştiyê 1 milyon îmze’.
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
Danişîna 28’an a doza rojnameger Huseyîn Aykol, Zana Bîlîr Kaya û Înan Kizilkaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle hate taloqkirin.
Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Jinên ku li dijî êrişan li Bendava Tişrînê nobetê digirin, wiha gotin: “Ev bendav a Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê ye. Em ê rê nedin dagirkeriyê.”
Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan beşdarî bernameya JIN TV’yê bû û got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê di hevdîtina duyemîn de ji bo jinan bangekî taybet bike.
Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ku xebatên xwe bi dawî kir, ev bang li muxalefetê kir: “Em muxalefetê vedixwînin têkoşîna demokrasiyê ya ji bo mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Abdullah Ocalan.”
HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
HDK’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpêkirin.
Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
Danişîna doza Hevşaredara Hênê Besîle Narînê hat lidarxistin. Dozgerî xwest Besîle Narîn bê cezakirin.