Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
Hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk li gundên Gever-Elbakê 2 kolber binçav kirine. Ji xizmên kolberan Serhat Serbaz Hatemî ku li rojhilatê Kurdistanê dijî, wiha got: “Li ku derê ne, dijîn an najîn hîç haya me jê nîne.”
WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
WANA’yê bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê yê rojnameger û parastvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî da û ji bo betalkirina cezayê banga ketina nava liv û tevgerê kir.
Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
Parêzer Paula Martîn Ponz diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bikare ji “Mafê hêviyê” sûd bigire û ev tişt anî ziman: “Fikrên Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê.”
Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
Serokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku têkoşîna aştî û edaletê girêdayî hev in û ji bo pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd pêş bikeve hewceye îktîdar ziman û mejiyê xwe biguherîne.
Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û Nûsrat Akin ku der heqê wan de biryara tehliyeyê hate dyain, ji girtîgehê derketin.
Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
Polîsan êrişî çalakiya protestoyê ya li hemberî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û desteserkirina şaredariyê kir.
Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî nûnerê serokê PDK'ê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî qebûl kir.
Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder got: "Hem Ocalan û hem jî tevgera Kurd di mijara aştiyê de zelal in. Dema ku dewlet bigihêje asteke zelaliyê, wê demê 'pêvajoya' ya rast wê dest pê bike."
Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
Li dijî destserkirina Şaredariya Akdenîzê û binçavkirinan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama “Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin” hat dayin.
Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
Der barê hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar biryara tehliyeyê hat dayîn.
QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî yên li dijî komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de 23 çete hatine kuştine û 7 çete jî birîndar bûne. Her wiha maşîneke zirxî û 5 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.
Li Akdenîzê gel guh neda bendan
Desteserkirina Şaredariya Akdenîzê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de wihab hat gotin: "Berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike."
Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê got: "Divê bê zanîn, di serî de jin tevahiya gelê me wê xwedî li her cûre pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan derkeve."