Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, taloqî 30’ê Çileyê hate kirin.
'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand û wiha got: “Ji bo muxalefet xwedî li vê pêvajoyê derkeve û mercên çareseriyê amade bike, divê têbikoşe.”
Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo barîna berfê bajarên Herêma Serhedê hişyar kir.
Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat ku binçavkirî ye, birin edliyeyê.
Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
Samah Raf'at A. Ehmed a filistînî ya ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Zayînê û Zarokan a Suleymaniyeyê zarok aniye dinê, diyar kir ku ji ber ku nikaribûye 40 hezar mesrefa nexweşxaneyê bide zaroka wê hatiye desteserkirin.
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal diyar kir ku desthilat ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu gav neavêtiye û got: "Êdî em li bendê ne ku gav bên avêtin. Lê belê heta niha ji bo pêbawerî û xurtkirina pêvajoyê tu gav nehatine avêtin."
Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
Di ser mirina Yilmaz Yakut ê bi nasnav Kalo ku bêyî ku guh bide binçavkirin, îşkence, binçavkirin û gefên kuştinê li kolanên Amedê rojname belav kirin, 3 sal derbas bûn.
Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
Der barê 22 kesên ku ji ber tevlî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû qetilkirin bûbûn hatibûn darizandin, ceza hatin birîn. Her wiha li ciwanê bi navê Davut Aktaş ji ber ku ji bo xwe ji gaza îsotan biparêze "maske" li dabû ber devê xwe, 3 sal û 8 meh ceza hat birîn.
Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
Dîwarê deriyê ketina medreseya dîrokî ya Mîr Abdaliye ya navçeya Cizîrê ku bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatiye hiştin, beri bê restorekirin, hat hilweşandin.
Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
-Tevî êrişên hewayî jî gel çalakiya xwe ya li Bendava Tişrînê didomîne.
Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
Hat diyarkirin ku 3 kesên li Edeneyê di malekê de mirî hatin dîtin ji aliyê polîs Mehmet Tehçî ve hatin qetilkirin. Hat diyarkirin ku Tehçî 2 kesên din jî qetil kiriye.
Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
OHD’ê di rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn de got ku miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin.
'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
ÎHD’ê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re” de li Stenbolê ji endama xwe Hatîce Onaran re pere şand. Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, got: "Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne."
HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
Endamên HTŞ’ê li Taxa Zoravayê ya Şamê êrişî malên Kurdan kirin.