Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
Di doza Nezîr Tekçî de, ji bo leşkerên bersûc Alî Osman Akin û Kemal Alkan biryara beraetê hat dayîn.
Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
Keça Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed, Munîre Qazî got ku xeyala bavê wê li Rojava pêk tê.
Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Mesûd Barzanî re daxuyanî da.
Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
Kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” didome. Di çarçoveya kampanyayê de gelek kesan îmze avêtin.
‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
Di çalakiya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de tayînkirina qeyûm hate protestokirin û wiha hate gotin: “Dê têkoşîna me ya li hemberî xespkirina îradeyê bidome. Ew ê biçin lê em mayinde ne.”
Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
Hejmara rojnamegerên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin derket 6’an.
Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
Ji bo rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar ku di dosyaya cînayetê ya qetilkirina Narîn Guranê de 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn, îtîraz hate kirin. Îtîraz hate redkirin.
DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê amadekariya kongreyê dike û wiha got: ““Bi rêxistinbûneke xurt em ê Stenbol û hemû Tirkiyeyê ji bo gelê xwe veguherînin qadên jiyanê. Niha dem hatiye ku em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
DFG û MKG’ê bertek nîşanî binçavkirin û zextên li ser rojnamegeran dan û gotin, “Em bang li hêzên desthilatdar dikin û dibêjin êriş nikarin xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku hêza xwe ji kenê Cîhan û Nazim, rastiya Apê Musa û baweriya Gurbetellî digirin têk bibin."
Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
Di êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên ji 8’ê Kanûnê heta niha li dijî Bendava Tişrînê de 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl hatin qetilkirin û 61 sivîl jî birîndar bûn.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
Ji bo dosyaya rojnamegerên îro di danê sibehê de hatine binçavkirin biryara bisînorkirinê hate dayin. Her wiha hevdîtina bi parêzeran re jî heta 24 saetan hate qedexekirin.
DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
DBP’ê bal kişand ser hevdîtinên di navbera aliyên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê û got: “Yekitiya Kurdan, temînata pêşeroja azad û hevpar a gelan e. Hêvî dikin ku Kurd di navbera xwe de yekitî û pêwendiyên xwe pêş bixin.”
Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku ji fermandarên wan Michael Kurilla duh çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi fermandarên HSD’ê re hevdîtin kiriye.
Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
Rojnameger Gulistan Dursun ji ber protestoya qetilkirina rojnamegeran hatibû girtin. Bi sedema ku qebûl nekir qerta “sûcdara terorê” bixe stûyê xwe, cezayê disiplînê lê hate birîn.