Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erolbi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” hate binçavkirin.
Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da û got: “Pêvajoyeke girîng û firsendeke dîrokî ye.”
Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di çalakiya protestokirina qeyûm de axivî û got: “Bi anîna 10 hezar hêzên ewlekariyê, bi ço û bombeyên gazê hûn nikarin vîna vî gelî xesp bikin.”
Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di çarçoveya “Bikaranîna zimanê dayikê û daxwaz”an de bi hezar û 285 kesan re anket kir. Navendê, diyar kir ku ji beşdaran ji sedî 97,8’an gotin ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin.
Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
Ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, li 60 gundên girêdayî Girê Spî û Eyn Îsayê ceyran tune ne.
Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê de li ser telefonê li Ahmet Turk geriya.
Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir piştî serdana rêxistina DEM Partiyê ya Wanê axivî û got: “Em îradeya xwe nadin û dê nedin. Em ê bi hev re bixebitin. Ev ne tenê pirsgirêka Wanê, pirsgirêka 86 milyon hemwelatiyan e.”
Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
Rojnameger Şehrîban Aslan a ku bi îdiaya “binpêkirina nepeniya jiyana taybet” dihat darizandin, beraet kir.
22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
Rojnameger Bîlal Babat û Behçet Bayhan jî di nav de 22 kesên li Wanê hatin binçavkirin bêyî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Girtîgeha Cezayên Sulhê hatin kirin.
Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
Keskîn Bayindir li ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtinên li Hewlêrê axivî û got: “Encamên van hevdîtinan tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn dê girîng bin.”
Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku îxtîmala mayindebûna aştiya Tirkiyeyê heye û got: “Divê ji ewil demkrasî û edalet çêbibe ku mirov dema gotinên xwe dikin xwe bi ewle hîs bikin.”
‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
Nûnerê Rihayê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç hatibû qetilkirin. Birayê Kiliç, Mahmût Kiliç, got: "Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin, îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egîd kuştin."
Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
Keskîn Bayindir li ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirî daxuyanî da û got: “Birêz Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo pêşketina çareserî û aştiyê dê piştgiriyeke mezin bide.”
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bû.
Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
Lêpirsîna “pisporan” a der heqê Ekrem Îmamoglû de hate temamkirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku di navbera 2 û 4 salan de ceza li Îmamoglû were birîn.