HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
HDK’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê da û got: “Em ê bêdeng nebin û dev jê bernedin.”
DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
DEM Partiyê bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê da û binçavkirin weke “Êrişeke giştî yê li dijî lêgerînên aştiyê” nirxand. DEM Partiyê got: “Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike.”
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî dest pê kir.
Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
Îro saet derdora 07.46’ê de li Behra Egeyê bi mezinahiya 5.0’ê erdhej çêbû.
Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
Çalakiyên protestoyî yên li Wanê li dijî xespkirina îradeyê dest pê kirin di roja 4’emîn de heta serê sibehê berdewam kirin.
Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
Ji Acaxa Qureyşanê Pîr Îsmaîl Alkan diyar kir ku meha Xizirê di elewîtiyê de meheke pîroz e û wiha got: “Baweriya Xizirê tehemulî, hezkirin, bihevrebûn û parvekirin e. Ev, di nav maf, hiqûq û wekheviyê de tê wateya jiyana kolektîf."
Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Şirnexê Ayhan Ergen anî ziman ku Şaredariya AKP'ê ya Şirnexê gefa jikarderxistinê li xebatkarên ku dixwazin derbasî sendîkayên cuda bibin dixwe û li dijî zextan banga yekitiyê kir.
Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de endamên EMEP, SYKP, HDK, ESP, DBP, Partiya Çep a Kesk û 2 rojnameger jî di nav de herî kêm 52 kes hatin binçavkirin.
Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
Hat îdiakirin ku çawişekî pispor ê li Herêma Federe ya Kurdistanê dima întîhar kiriye û miriye.
Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
Li Wanê piştî daxuyaniyê bi sedan ciwan meşiyan û di meşê de slogana ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ berz kirin.
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku deriyeke firsendê ya dîrokî ji bo Tirkiyeyê vebûye û got: “Ev firsend jî birêz Ocalan e. Di vê firsendê de îxtîmala çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û jiyaneke wekhev a hemû welatiyan heye.”
Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
19 sazî û dezgehên ziman 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: “Daxwazên me yên ji bo statuya neteweya Kurd û zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor û jêneger e.”
Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
4 kesên di 14’ê Sibatê de li Amedê hatin binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.
Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen bi îdiayên “binpêkirina azadiya xebatê” û “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” hate girtin.