DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin

DBP’ê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê a li dijî HDK’ê da û ji îktîdarê re got: “Dev ji van bêhiqûqiyên hêviya aştiya civakî û çareseriyê têk dibe, berdin.”

229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin

229 parêzerên îranî ji bo betalkirina biryara darvekirinê ya Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî bê betalkirin ji daraza Îranê re name şandin.

Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin

Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê diyar kirin ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin û ji bo nobetên xwe yên ku dê li Stenbol û Îzmîrê bên lidarxistin, banga piştevaniyê kirin.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne

Nûnerê rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç di 32’emîn salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe hat bibîranîn. Rojnameger Emrullah Acar got ku dê pênûsa wî li erdê nemîne.

Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin

Di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm ên li Wanê de 55 jê zarok nêzî 400 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji zarokên hatin binçavkirin 16 jê rastî îşkenceyê hatin.

Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin

Ji 4 bajarên Kantona Cizîrê gelek kesan ji bo beşdarî berxwedana li Bendava Tişrînê bibin bi rê ketin.

Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî

Ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, der heqê Rojda Çîftçî de doz hate vekirin û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn.

Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed.

Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bang li Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir û got: “Îktîdara AKP’ê hewl dide hewldanên ji bo diyalog û muzakereyan sabote bike. Ji Wanê heta Tişrînê û operasyonên li dijî HDK’ê, hewl dide hêviya aştiyê tune bike.”

Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence

Hat îdiakirin ku di serdagirtina malê ya polîsan de berê çek dane zarokê 3 salî û her wiha îşkence li E. M. (16) û Sîpan Yusuf kirine.

Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê

Danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozer hat lidarxistin ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin. Salek û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn.

Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin

Partiyên sosyalîst bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê dan ku gelek kes hatin binçavkirin û gotin ku dê li dijî zextan serî netewînin.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû

Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de bi dawî bû.

DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de 3 rojnameger hatibûn binçavkirin. DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û xwestin bên berdan.

< 385 386 387 388 389 > Rupel 387 / 5.358