Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
Ji endamên Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê Akin Bîrdal diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyê çareser bibe û got: "Em ê ji bo biçin Girava Îmraliyê serlêdanê bikin. Divê deriye tecrîdê li demokrasi û aştiyê were vekirin."
Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
Di hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî de rojevên sereke peyamên Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindar da zanîn ku Barzanî piştgiriyê dide pêvajoya hevdîtinan û ev rewş dê li Kurdan bide qezenckirin.
Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
Seroka Giştî ya Înîsiyatîfa Maf Fatma Bostan Unsal diyar kir ku ji bo aştiyê firsendeke nû ava bûye û got: "Divê civaka sivîl û tevahiya civakê zextê li siyasetmedaran bike ku gavan biavêjin."
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir.
'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoglû diyar kir ku derfeta aştiyê çêbûye û divê bi insafa îktîdarê re neyê hiştin û got: "Divê civakî bibe. Heke em bikarin tevgereke xurt a muxalîf ava bikin, em ê bikarin berê aştiyê bidin rêgeheke rast."
‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
Welatî û nûnerên saziyan ên Îzmîrê bertek nîşanî xespkirina îradeyê dan û gotin: "Qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka demokrasiyê ye. Divê em bi hev re dengê xwe derxînin, ji bilî vê rêyeke me nîne. Em mecbûr in di navbera Wan û Îzmîrê de pirekê ava bikin."
Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi zaravayê Kirmanckî bi manşeta “Ziwan sereke bo” derket.
Li dijî xespkirina vînê çalakî
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser berxwedana serdemê ya li dijî desteserkirina îradeya gel a li Wanê û tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin axivî û diyar kir ku di salvegera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji têkoşînê bernedin.
Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir der barê hevdîtina bi Mesûd Barzanî re axivî, diyar kir ku wan peyama Abdullah Ocalan ragihandiye.
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevan Egîd Roj ku di encama êrişa dewleta Tirk de li Bendava Tişrînê şehîd bû bi bîr anî û bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê herêmê û rojnamevanan bêdengiya xwe bişkînin.
Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
Civîna şandeya Îmraliyê ya bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, bi dawî bû.
Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku cara sêyem hat desteserkirin, ji aliyê qeyûman ve hat talankirin, mal û milkên wê hatin firotin, qase hat valakirin û projeyên civakî hatin betalkirin.
Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
Şaredariya Mezin a Amedê, studyoya tomarkirina dengê ku nêzî heşt salan bû neçalak bû, nû kir û Projeya Pirtûkxaneya Dengî ku dê ji bo kesên bi astengiya dîtinê were bikaranîn, ji nû ve da destpêkirin.
Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
Seher Mohammedî ya ku li Behra Egeyê birayekî wê û bavê wê jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku ji ber pêlên ku ewlekariya peravê çêkirine bota wan noq bûye û got: "Me dikir gazî û hewar. Me didîtin, lê reqs dikirin."