ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
ÎHD’ê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê ya li dijî HDK’ê da û got: “Ev operasyon ji bo bêzarkirina gel tê kirin. Dê têkoşîna me ya li dijî van êrişan bidome.”
Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
Danişîna doza 69 kesên ji ber tev li bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê bûne tên darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kirin.
Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
Dewlet tirk bi balafirên şer gundên Amediyeyê û Herêma Metînayê bombebara kir.
DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm li Enqereyê hatiye destpêkirin de axivî û got: “Qeyûmê di 15’ê Sibatê de tayînî Şaredariya Wanê hatiye kirin, bersiva diyalogê ye.” Tuncer Bakirhan jî bang li îktîdarê kir ku dev ji zîhniyeta xwe ya tayînkirina qeyûm berde û ji bo çareseriyê nexşerêyekê pêşkeş bike.
DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman û tundiya polîsan a di çalakiyan de kir û ji bo pêşniyarqanûna bi daxwaza pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûman digire bibe qanûn banga berpirsyartiyê li Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş kir.
Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin, tevahiya konteynirên çopê yên li bajar kom kir û kir xurde. Şaredariyên DEM Partiyî dan zanîn ku rê li ber zirareke biqasî 13 milyon lîreyan hatiye vekirin.
Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
Endamên HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan û diyar kirin ku ev êrîş li dijî hemû muxalîfan e û gotin ku dê çalakiyên bêîtîatiya sîvîl bidomînin, li hemberî hewldanên krîmînalîzekirinê bêdeng nemînin.
Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
DEM Partiyê ragihand ku hevdîtinên Şandeya Îmraliyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn û şande dê îro vegere.
Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
Der heqê girtiyên li Girtîgeha Rihayê tên ragirtin û li nezareta nexweşxaneyê di dema muayeneyê de kelemçekirina destan red kirin de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî de bi dawî bû.
Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
Rojnameger Reyhan Hacioglu di Girtîgeha Wanê de tê girtin û têkildarî îşkenceya ku li Belma Nergîz a li heman girtîgehê dimîne hatiye kirin ji rojnameger Huseyîn Aykol re name şand û 2 rûpelên nameya wê hatiye reşkirin. Ligel astengiyan Hacioglu îşkenceya ku li Nergîz hatiye kirin ji raya giştî re ragihand.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê de dest pê kir.
‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
Rêveberê MED-DER’ê Halîl Îbrahîm Taş bal kişand ser zextên ser zimanê Kurdî û got: “Kurdî, bi dersa hilbijarî re nayê paşguhkirin. Divê bibe zimanê perwerdeyê û xwedî statu be.”
'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
Helbestkar Alî Şeker ku helbestên xwe bi zaravayê Kirmanckî yê di lîsteya zimanên di bin xetereya tunebûnê de ya UNESCO'yê de dinivîse, diyar kir ku her ku mirov ji axa xwe dûr dikevin ziman winda dibe û got: "Hejmara kesên ku dibêjin 'fêm dikim, lê nikarim biaxivim' gelekî zêde ye."