‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
Rojnameger Ehmed Semîr bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî qetilkirina rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin û bertekên li dijî êrişên dewleta tirk birêxistin bikin.”
Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li Eyn Îsayê şebekeyên ceyranê û stasyonên avê hedef girtin. Ji ber êrişan, zêdetirî 40 hezar welatî bêav man.
‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
Heman lêpirsînên ku li djî KCD'ê hatine kirin û ji hêla dadgehên bilind ve hatine xetimîn jî li dijî HDK'ê têne kirin. Cengîz Çîçek bertek nîşanî girtin û binçavkirinan da û got ku dixwazin bingeha siyasî ku Abdullah Ocalan dixwaze ava bike xirab bikin.
33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
Rojnameger Cengîz Altun 33 sal berê li Êlihê hate qetilkirin. Dayika Altun, Turkan Altun diyar kir ku êrişên ser rojnamegeran hêj bi dawî nebûne û got: “Cengîz netirsiya û peyrewên wî jî netirsiyan.”
‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç têkildarî daxuyaniya bi vîdeo ya ku tê payîn Abdullah Ocalan bide got ku di mevzûatê de nîn e. Lê mevzûatên ku behsa wan tê kirin bi salan e li Girtîgeha Îmraliyê di meriyetê de nîn in.
Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
Li Mêrdînê du malbatên ku di navbera wan de dijminatî hebû bi şer çûn. Di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 jê giran 10 kes jî birîndar bûn.
32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan li Colemêrgê di hefteya 163’yan, li Amedê di hefteya 837’wan û li Êlihê jî di hefteya 673’yan de li aqûbeta windayan hat pirsîn.
Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
Saziyên ziman û partiyên siyasî ji bo 21ê Sibatê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tevî ku di bin şert û mercên dijwar de ye jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne û got: “Tecrîdkirina Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser zimanê Kurdî û hemû zimanên din ên bêstatu û bêperwerde ne.”
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
Dayikên Şemiyê, di çalakiya 1039’emîn de li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn û banga pêkanîna edaletê û darizandina kiryaran kirin.
'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
DEM Partiyê bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê da ku 30 kes hatin girtin û got: “Dest ji dozên bi dek û dolaban berdin. Hevalên me yên ku hûn bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de rehîn digirin serbest berdin.”
Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan der barê gotinên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ên "Peyama vîdyoyê ne li gorî qanûnê ye" got: "Ji bo pirsgirêka sedsalê wê bangeke bi qîmet bê kirin. Dema ku bang bê kirin hûn qanûnê bibîrtînin? Ez bang wezîr dikim ku cidî be."
QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê eşkere kir û ragihand ku êrişên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê zêde bûne.
Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
Berdevkê YNK’ê ragihand ku her du şandeyên danustandinê yên YNK û PDK’ê wê li Silêmaniyê têkildarî guftugokirina li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê kom bibin.
Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
Akademîsyen û rojnameger Abdurrahîm Kiliç (55) ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.