Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
Tehliyeya girtî Mehmet Saît Yildirim ê 30 sal in girtiye bi hinceta "bi tena serê xwe jî bimîne helwesta xwe ya rêxistinî neguherandiye" û "poşman nebûye" 9 mehan hat taloqkirin.
Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
Welatiyên ku piştî tayinkirina qeyûm bertek nîşanî berhevkirina konteynerên çopê dan gotin: "Ji konteynerên çopê jî ditirsin. Çi dibe bila bibe qethiyen em ê vîna xwe teslîm nekin."
Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
Yûsif Sîpan ê ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi hinceta li bin wêneyê ku di dema leşkeriya mecbûrî ya dema rejîma Beşar Esad de hatiye kişandin de şîrove kiriye, hat girtin.
Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
Îfadeyên 51 kesên di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatine binçavkirin ên li dozgeriyê temam bûn.
Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
Kedkarê gelek partiyên kurd û rêveberê DEM Partiyê yê Amedê Şehmûs Yavûz hat oxirkirin.
Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de di serî de Kurdî, jibo hemû zimanan daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî hate kirin.
Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
Hevseroka Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir da xuyakirin ku Abdullah Ocalan di nava şert û mercên zehmet de hewl dide çareseriyê bi pêş bixe û bal kişand ser polîtîkaya înkar û tayînkirina qeyûman ya hikûmetê û wiha got: "Îradeya çareseriyê wê polîtîkayên we yên xitimandî têk bibe."
Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
Îfadeyên 51 kesên di çarçoveya operasyona li dijî HDK’ê de hatin binçavkirin ên li dozgeriyê dest pê kir.
Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
Ji bo Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin. Di îdianameyê de “Lihevkirina bajar” weke sûc hate nîşandan.
Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Cizîrê de 2 kes hatin binçavkirin.
Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
Piştî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hatî birîn, têketina navçeyê hate qedexekirin. Hevşaredaran jî pankarta “Em bi hilbijartinê hatin bi qeyûm naçin” li avahiya şaredariyê daliqandin.
Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
Ji ber berfa zêde rêya 19 gundên girêdayî navçeyên Elkê û Qilebanê hatin girtin.
Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
Ji 17 kesên li Cizîrê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin.
Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
54 kesên di çarçoveya lêpirsîna der heqê HDK’ê de hatin binçavkirin ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.