Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
Hevşaredarên jin ên DEM Partiyê ragihandin ku di çarçoveya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de xwe gihandine 15 hezar jinan. Hat diyarkirin ku dê kampanya bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
Endamê OHD’ê parêzer Şemdîn Şahîn diyar kir ku divê mafê hêviyê bêyî şert û mecr bê bicihanîn û ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe divê şert û mercên fîzîkî yên Abdullah Ocalan bên dabînkirin.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
Navên hin kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de cih digirin. Hat zanîn ku HDK bi hinceta “rêziknameyê wê dişibe ya KCD’ê” hatiye sûcdarkirin.
Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
Ji ber barîna berfê, li Herêma Serhedê rêya herî kêm hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin.
‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Înîsiyatîfa Mafan Fethî Tapaç diyar kir ku pêvajo bi gotinên Devlet Bahçelî û Erdogan wê nemeşe û got ku ji bo çareseriyê divê garantiya destûra bingehîn hebe.
Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
Seyît Kiliç ê di dema serdegirtina polîsan a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de tundî lê hat kirin û ji ber vê çavên wî zirar dîtin got: "Nehiştin alîkariya kesên ku ji ser hişê xwe çûn jî bê kirin."
Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
Girtiyê bi navê Bager Sayak diyar kir ku li girtîgehan tecrîda mutleq heye û wiha got: "Li aliyekî behsa aştiyê dikin, li aliyê din zextên li girtîgehan zêde dikin."
Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
Qedexeya "çalakî-protestoyan" a 7 rojan a ku Walîtiya Amedê di 21-27'ê Mijdara 2022'yan de dabû, 2 sal şûnde li dijî "hiqûqê" hat dîtin û hat betalkirin.
Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
Der barê 3 kesên ku di çalakiya qeyûm a li Edeneyê de bi tundiya polîsan re rû bi rû mabûn, bi îdiaya "astengkirina peywirê" doz hat vekirin.
Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
Li hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn û piştî vê polîsên sivîl li dora şaredariyê kom bûn.
6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
Hevşaredarê Qaqizmanê Mehmet Alkan ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, got: “Ji bo rê li ber qeyûmê vekin, biryarekî wiha dan. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev desteserkirin e.”
DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e.” DEM Partiyê bi domdarî ev bang kir: “Werin em goristana zimana bikin baxçeya zimanan.”
Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê “@JinNews_turkce” li Tirkiyeyê hate astengkirin.