ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN

Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin

Li 3 navçeyên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê diyar kirin ku ew ê xwedî li vîna gel derkevin û gotin: “Em ê dizan bişînin.”

Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin

Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin û hat gotin ku îktîdar hewl dide HDK’ê krîmînalîze bike.

Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin

Tehliyeya Nedîm Yilmaz ku 32 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, bêyî ku lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin.

Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin

Starta çalakiyên 8’ê Adarê yên li Herêma Serhedê li Qersê hate dayin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, got: “Armanca me ya esasî, aştiyeke birûmet e. Bi vê boneyê em ê li qadan bin û dev ji israra xwe ya ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin.”

Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin

Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr di meşa li dijî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê de axivî û got: “Em di têkoşîna xwe de biisrar in.”

Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin

Ji ber nûçeya têkildarî nelirêtiyên li Şaredariya Midyadê ya AKP’î, der heqê rojnameger Ahmet Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin.

Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da

Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got: “Nabe ku mafê bijartin û hilbijartinê bi awayekî keyfî ji holê were rakirin.”

Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome

Hevşaredarên Qaxizmanê ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin, wiha gotin: “Têkoşîna me ne tenê bi avahiya şaredariyê bisînor e. Li ku dibe bila bibe em ê têkoşîn a xwe bidomînin.”

Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Cengîz Altun di salvegera 33’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Êlihê hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku di salên 90’î de rojnamegerên Kurd li naverasta kolanan dihatin qetilkirin û heman zîhniyet îro bi SÎHA’yan qetil dike.

Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev

Di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de 30 kes hatibûn girtin. Îdiaya “Çepgir û sosyalîst anîne gel hev, fikra xweseriya demokratîk li rojavayê welat belav kirine” weke hinceta girtinê hate nîşandan.

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku dê di nava çend rojan de şandeya wan biçe Girtîgeha Îmraliyê û got: “Piştî vê hevdîtinê dê bi birêz Ocalan re dîroka banga dîrokî were diyarkirin.”

HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên di nava 24 saetên dawî de têk birine û hejmareke êrişkaran hatine kuştin.

Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir

Nivîskara sosyalîst û wergêr Sevîm Bellî jiyana xwe ji dest da.

Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin

Tehliyeya girtiyê nexweş Soydan Akay cara çaremîn bi hinceta “halnebaşiyê” ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Malbata Akay, bertek nîşan da û got: “Ya ku tê kirin zilm e.”

< 376 377 378 379 380 > Rupel 378 / 5.358