Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Ev sepan, nîqaşên ser pêvajoyê jehrî dikin.”
Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.
Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê hefsê li nûçegihana Ajansa Welat Mahmût Altintaş hate birîn.
DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir.
DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin, wiha got: “Me ji bo Ahmet Turk jî serlêdan kir.”
Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin û herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
Ji jinên pêşeng ên têkoşîna sosyalîst Sevîm Bellî dê sibe li Goristana Ferîkoyê bê definkirin.
Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
Rojnameger Oznûr Deger ku li Mêrdînê hatibû girtin, sewqî girtîgeheke li Erzînganê hate kirin.
Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli diyar kir ku girîngtirîn mijara pirsgirêka Kurd zimanê dayikê ye û got: “Heta pirsgirêka zimanê dayikê neyê çareserkirin mimkin nîne çareserî pêş bikeve.”
'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Sarioglû diyar kir ku binçavkirin û girtin êdî bûne tiştekî asayî û azadiya fikir û ramanê tune tê hesibandin û got: "Pêkanînên niha yên desthilata AKP'ê mîna pêkanînên derbeya 1980'yî dimeşin."
Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Rihayê bertek nîşanî daxuyaniya wezaretê ya têkildarî peyama bidîmen dan û gotin: “Di meseleyek ewqas girîng de balê dikişînin ser mewzûatê lê nabêjin ku tecrîd di mewzûatê de tune ye. Ma tecrîd di mewzûatê de heye?”
Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku ji bo "Kongreya Diyaloga Niştimanî" nehatine vexwendin û got: "Gotinên û kirinên rêveberiya Şamê hev nagirin. Em li bendê ne ku piştî banga birêz Abdullah Ocalan li herêmê pêvajoyeke nû dest pê bike."
Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
Welatiyên li Taxa Saraya ya Çermûgê dijîn, ji ber rêyên wan nayên çêkirin û bêhna nexweş a ji xeraca şaredariyê belav dibe bi gilî û gazinc in.
Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, îhaleyên av û qenalîzasyonê yên ji aliyê DEM Partiyê ve hatibûn çêkirin bi hinceta "nebûna pere" betal kir.