‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
“Kongreya Diyaloga Niştimanî” ku ji hêla rêveberiya demkî ya Şamê ve tê lidarxistin, din bin siya rexne û boykota gelek derdoran dest pê kirin. Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê têkildarî kongreyê daxuyanî da û got ku gelek kes li derveyî kongreyê hatine hiştin.
Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
Li navçeya Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir. Faîl A.Ç. hate girtin. DEM Partiyê bertek nîşan da û got: “Kî dibe bila bibe dê hesabê bide.”
Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo pirsa “Dê peyama Abdullah Ocalan bidîmen be yan na” wiha got: “Divê formuleke li gorî cidiyeta bangawaziyê bê peydakirin.”
Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser nîqaşên têkildarî pirsgirêka Kurd û wiha got: “Em di qonaxa destpêkeke nû de ne ku dê qedera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne.”
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku hêzên wan êrişên ser 3 nuqteyan têkbirine.
Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku dê bi boneya 8’ê Adarê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixin.
Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
Endamê PM’a DBP’e Mehmet Yavuzel di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin. Kekê Yavuzel, Halîl Yavuzel, got: “Emrê wî biçûk bû lê dilê wî gelek mezin bû. Tu caran serî li ber neheqiyê netewand.”
Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
Li Geverê polîsan bavê 9 zarokan Necmettîn Fendîk qetil kir û di di hinceta biryara salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê li polîsê hatibû birîn de wiha hat gotin: "Dadgeh li gorî xisletên kesayetiyê yên hatine tespîtkirin ji bo bersûc ji pêkanîna sûcan di pêşerojê de pêk neyne xwedî nêrîneke erênî bû."
Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
Di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Beykozê de Midûrê Çand û Karûbarên Civakî yê berê E.D. hate binçavkirin.
Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
Walîtiya Şirnexê têketina 11 herêman ji bo 15 rojan qedexe kir.
Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê kir.
'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
Nivîskar û siyasetmedarên li Mêrsînê diyar kirin ku gotin û kirinên îktîdarê yên têkildarî çareseriyê hev nagirin û bal kişandin ser têkoşîna civakî.
Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku divê ne berdana çekan lê li ser bêdengkirina çekan nîqaş bên kirin û got: “Lê ji bo ev çêbibe hewceye dewleta tirk gavên erênî biavêje.”
Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
Serokê SUDEF'ê Evgîl Turker diyar kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Ocalan re di nava Suryanan de hêviyek çêkiriye û got: "Suryanî heta niha hemû daxuyaniyên birêz Ocalan hêja dîtine. Wê ji niha û pê ve jî wiha be."