Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Ocalan û got: "Divê ji bo jiyaneke birûmet di rêya ber bi encamekê de gaveke berbiçav bê avêtin."
'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
Nivîskar Nurettîn Aldemîr bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Di demeke nêz de divê mafên kurdan ên çandî û siyasî, bi taybetî jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, bi qanûnan bê qebûlkirin."
PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku tevli banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibin, dê tiştên pêwîst pêk bînin û agirbest îlan kir.
Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
Lijneyên rayedar ên DEM Partiyê ji bo nirxandina banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’’ dê sê rojan civînan li dar bixe.
Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin.
'Heta edalet neyê aştî çênabe’
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê diyar kir ku Roboskê jî di nav de heta ji bo hemû komkujiyan edalet pêk neyê dê edalet û aştî neyê Tirkiyeyê.
Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
Şaxa ÎHD’a Enqereyê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku 980 binpêkirinên mafê tenduristiyê û 408 bûyerên îşkence û muameleya xerab hatine tespîtkirin.
Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
Ji bo solîstê Koma Hevrayê Gencay Morkoç ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, biryara tehliyekirinê hate dayin.
‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
Siyasetmedarên ku banga dîrokî şopandin, banga amadekirina makezagoneke nû ya demokratîk û sekinandina êrişan kirin.
‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
Welatiyên ku ji bo guhdarîkirin û temaşekirina banga Abdullah Ocalan hatin Qada Şêx Seîd, diyar kirin ku wan bang girtine û bişopînin û wiha gotin: “Bila tecrîd bi dawî bibe, Serok bi gelê xwe re bê gel hev.”
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê got ku divê di serî de Meclis hemû derdor di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha got: “Em binirx dibînin. Lê belê berpirsyartî tenê ya aliyekî nîne, li ser milê rêveberên vî welatî ye.”
Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku dê banga hatiye kirin bandoreke mezin li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike û got: “Divê dewlet gavên ku daxwazên neteweyî yên gelê Kurd cîbicî dike biavêje.”