Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, di wêneyê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girt. Xwişka Aktaş, Sabîha Aslan got: “Ji bo çareseriyê divê ji hêla fîzîkî ve azad bibin. Gelê Kurd gavek avêt êdî dora dewletê ye.”
Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
Parlamenterê DEM Prtiyê Saruhan Oluç bal kişand ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Divê tiştên dewlet û îktîdar bikin hene û divê gavan biavêjin. Bi taybet jî divê di qada hiqûqî de bi lezgînî gav bên avêtin.”
Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
Li gorî rapora Kampanyaya Aktîvîstên Beluc, ji sala 2017’an heta nia rejîma Îranê herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir. Kampanyaya Aktîvîstên Beluc (BAC) têkildarî zarokên ji hêla rejîma Îranê ve hatine qetilkirin raporek amade kir. Li gorî raporê, ji sala 2017’an heta Sibata 2025’an di e
Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina bi Şandeya DEM Partiyê re bi raya giştî re hate parvekirin, di manşeta rojnameyan de bû.
Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azaed bibe. Aştiyeke birûmet dê bi her kesî bide qezenckirin.”
Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
Rojnameger Oral Çalişlar diyar kir ku heke bangawaziya Abdullah Ocalan baş were nirxandin, Tirkiye dikare pêşerojeke baş ava bike. Çalişlar, got ku ji bo çareseriyê peywireke mezin dikeve ser milê hêzên demokrasiyê.
33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
Kasim Karataş ku 33 salan di girtîgehê de mabû, banga Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd guhdarî kir. Karataş, got: “Birêz Ocalan gava ewil avêt, ev ne dawî lê destpêkek e. Ev peyam ji her kesî re ye. Îktîdar êdî mecbûr e tişta dikeve ser milê xwe bike.”
Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
Şande ji hêla Abdullah Ocalan ve bi moraleke xweş û bicoş hate pêşwazîkirin. Hevdîtin 4 saetan domiya û bi 3 kamerayan dîmen hatin kişandin. Aliyê herî balkêş ê bangawaziyê jî ew bû ku gotina piştî xwendina metnê ya ku Ocalan ji şandeyê re gotibû.
Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan axivî û got ku ew piştgiriyê didin her cureyên hewldanên çareseriyên aştiyane û amade ne ku piştgiriyê bidin.
Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "Ji bo kêmkirina pevçûnan gaveke girîng" nirxand.
Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres banga Rêber Apo weke “Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne” nirxand.
Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
Berxwedêrên ku Bendava Tişrînê li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê diparêzin, banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi coşeke mezin pêşwazî kirin.
Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
Êzdiyan piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin: “Em piştgiriyê didin banga serok Apo û ji bo bang bigihêje armanca xwe em ê di çalakiyê de bin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çi ji destê me bê em ê bikin.”
Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
Gelek welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, dema peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dihat xwendin hestiyar bûn û hêsir barandin.