Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku heke li hemberî banga Abdullah Ocalan gavên erênî bên avêtin dikare encamek jê were girtin û got: “Êdî dora îktîdar û dewletê ye. Hewceye parlamento jî berpirsyartiyê li xwe bigire.”

ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN

Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê agirê Newroza 2025’an li gundê Abdullah Ocalan li Amarayê hil kirin.

‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Divê êdî şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Hewceye ev pêvajo bi pêşengtiya wî bê meşandin.”

Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de

Mehmet Aydin ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin, da zanîn ku li qawîşa kapasîteya wê 7 kes bi giştî 37 girtî tên ragirtin û tevî wî li 6 girtiyan bi îdiaya “li cem hev rûniştine” 13 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.

Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje

Meclisa Dayikên Aştiyê piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li îktîdarê kirin ku çekan bêdeng bike û gavên şênber biavêje.

NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e

Fermandariya Biryargeha NPG’ê diyar kir ku daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê ji bo hemû hêzên wan derbasdar e.

Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin

Seroka Meclisa DTSO’yê Nevîn Îl bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku weke karsazan ew ê her cureyên erk û berpirsyartiyan li xwe bigirin.

Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan

Hunermendan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û gotin: “Ev pêvajoya nû erka guherîn û veguherînê herî zêde dixe ser milê rewşenbîr û hunermendan.”

Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin

Tevî ku PKK’ê agirbest ragihandiye jî dewleta Tirk êrişên xwe didomîne. Dewleta tirk, Çiyayê Linkî yê li navçeya Amediyeyê bi helîkopteran bombebaran kir.

HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin

Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku hêzên wan êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter têk birine û di pevçûnan de 2 endamên komên paramîlîter hatine kuştin.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin

Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Samet Kaya bal kişand ser pirsgirêka randevuyê a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û got: “Welatî bi mehan nikarin randevûyê bigirin û ji ber vê yekê gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin.”

Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin

Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku sedema hemû alozî û şerên li cîhanê pergala mêrê serdest e û wiha got: “Banga dîrokî ya di erefeya 8’ê Adarê de gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de dê jin pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin.”

‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’

Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê Ceren Kokoglû diyar kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan “qonaxeke nû ye” û wiha got: “Ji bo pirsgirêka bi rêyên demokratîk were çareserkirin, banga Ocalan firsendeke girîng e.”

Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye

Danişîna doza parêzvanê walî O.Y. ku li Şirnexê destdirêjî li zarokek a 15 salî kiribû dê sibe were lidarxistin. Parêzer Emîne Ozdemîr ji bo tevlibûna danişînê bang kir û got: “Bersûc tê parastin. Divê em tevek xwedî li vê dozê derkevin.”

< 367 368 369 370 371 > Rupel 369 / 5.358