Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
Bi deh hezaran welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, li gel wêneyên Abdullah Ocalan li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” guhdarî kirin.
Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
Bi deh hezaran kesên li Qada Bajar a Wanê hatin gel hev, li banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guhdarî kir û temaşe kir.
Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, tevî Şandeya DEM Partiyê û hevalên xwe yên girtî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.
Wêneyê banga dîrokî
Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş û endamên Şandeya Îmraliyê di dema daxuyaniyê de wêne kişandin.
Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê
Ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd hatin gel hev. Girseyê daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ pêşwazî kirin.
Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
Welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, diyar kirin ku nekarîne şevê din rakevin û gotin: “Em ji bo peyama Rêbertiya xwe hatin. Dora dewletê ye. Em ê bibînin ka jidil in an na.”
Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
Şandeya Îmraliyê ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, li pêşiya hotêla ku dê daxuyanî lê were dayin bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin.
Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
Banga dîrokî ya bi Kurdî dê Ahmet Turk û ya bi Tirkî jî Pervîn Buldan bixwîne.
Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
Welatiyên ku ji bo banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zindî guhdarî bikin hatin, diherikin Qada Şêx Seîd.
Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê herî kêm ji hêla 300 rojnamegeran ve were şopandin.
Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vedigere.
Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
Bi hezaran kes ji Dêrsim, Êlih, Rihayê û bajarên din bi strana “Em bernadin vê dîlanê” û bi govendan ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber ku ji ber daxuyaniya têkildarî “Qirkirina Ermenan” dihatin darizandin, ji dozê beraet kirin.
Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan zindî were temaşekirin, li 7 bajaran amadekariyên xwe temam kir.