Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
Êrişên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê li gelek bajaran hatin protestokirin. Di çalakiyan de banga “komkujiyan bidin sekinandin” li NY’ê hate kirin.
Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di aşkerakirina Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê de axivî û wiha got: “Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin.”
Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
Şîna Pelda Dogrî ya YJA Starî ku li Amedê hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
Civînên bi gel re yên di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” li gelek bajaran domiyan. Parlamenter Omer Ocalan li Rihayê got: “Dem dema avakirina demokrasî, aştî û azadiyê ye. Barê me girantir e.”
Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku armanca mutebeqeta wan ew e ku rê li ber qirkirina li herêmên beravê tê kirin.
Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî mutebeqeta di navbera HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin axivî û wiha got: “Ev mutebeqet di heman demê de li gorî banga birêz Ocalan e.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, got: “Em mizgîniya azadiyê bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ mezintir bikin.” Hevsrokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got: “Em stranên xwe yên azadî û aştiyê bigihînin Îmraliyê.”
Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû Deklarasyona Newrozê li Stenbolê xwend û got: “Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin.”
Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê jî di nav de bi daxwaza rakirina parêzbendiyan, der heqê 9 parlamenteran de ji Meclisê re fezleke hatin şandin.
HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Tişrîn, Sirîn û Qereqozaqê zêde bûne.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
Welatên Ereban piştgirî dan peymana di navbera HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.
Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSD’ê Ferhat Şamî têkildarî peymanê axivî û got: “Armanca me rawestandina şer e û dixwazin xelkê Efrîn û Girê Spî dîsa vegera ser xaka xwe.”
Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
Dayikên Haci Lokman Bîrlîk, Cemîle Çagirga û Hacer Aslan ku di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin, wiha gotin: “Abdullah Ocalan berpirsyartiya xwe bicih anî. Niha dora dewletê ye.”
Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
Di deklarasyona Newroza 2025’an de ku li Amedê hate aşkerakirin, wiha hate gotin: “Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan e.”