Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
Bafil Talabanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de û anî ziman ku ew ji her gava ji bo parastina mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên avêtin bihêvî ne.
Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
Berdevkê Têkiliyên Karên Derve yê PYD’ê Salih Muslim, têkildarî 8 xalên peymanê wiha got: “Hem ji bo Elewiyan hem jî ji bo Durzî û Êzidiyan destkeftiyeke mezin e. Bêyî ku ferq û cudahî di navbera komên olî û neteweyan de were kirin, her kes dê wekhev bên dîtin.”
Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrel diyar kir ku divê biryara “Mafê hêviyê” ya der heqê Abdullah Ocalan de bê cîbicîkirin û got: “Mafê hÊviyê, yek ji hîmên bingehîn ên pêvajoyê ye.”
31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
Ji rojnamevan Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çûbû Sêwregê û careke din venegeriya, 31 sal in agahî nayê girtin. Di vê pêvajoyê de ne li aqûbeta Babaoglû hat pirsîn ne jî kiryar hatin dîtin. Bira Cemal Babaoglû got: "Em piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd. Nazimek çû, lê bila Nazimên din neçin."
Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariyên Sariyer û Şîşliyê yên CHP’î de 32 kes hatin binçavkirin.
Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
Welatiyên beşdarî hevdîtinên "Aştî û Civaka Demokratîk" bûn, dixwazin dewlet gavên jidil bavêje û sererastkirinên qanûnî pêk bîne.
Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku banga Abdullah Ocalan mişt hêvî ye û gotin: "Ber bi Newrozê ve, divê birêz Ocalan azad be."
Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
Çavkaniyên herêmê bal kişandin ser wateya piştperdeya peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de û diyar kirin modela “Jiyana hevpar” a Rêveberiya Xweser dê li tevahiya Sûriyeyê belav bibe.
Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, rêveberiya qeyûm li gel JIN Kart û Karta Civakî; xebatên di warê rê, av, qenalîzasyon, îmar, jin, ciwan û çandê de jeî betal kirin.
Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
Endamên Saziya Zimanê Kurdî piştgiriya xwe ya ji bo banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin û bang li her kesî kirin ku ji bo ziman, çand û hunera xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.
HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê li ser gelek mijarên girîng ên weke misogerkirina mafên destûra bingehîn ên Kurdan û saziyên leşkerî û sivîl di nava rêveberiya giştî de cih bigirin, li hev kirin.
Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
Di daxuyaniya Foruma Aştiyê ya Îzmîrê de hat diyarkirin ku banga Abdullah Ocalan ji bo aştiyê firsendeke nû afirandiye û got: “Divê Meclis demildest bicive û komîsyonekê ava bike.”
Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tîpa R’ê eşkere kir û got ku pirsgirêka girtiyên nexweş bi guhertinên di qanûnên înfazê de pêkan e.
Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
Li Riha û Hatayê komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê hatin protestokirin û wiha hate gotin: “Ev qirkirin e. Divê her kes dengê xwe derxîne.”