Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
Civînên bi gel re yên di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan de hatine destpêkirin di roja duyemîn de li gelek bajaran berdewam kirin.
SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê li dijî Elewiyan 39 komkujî hatin kirin û 973 sivîl hatine qetilkirin.
Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dest pê kir.
Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
Tevî biryara Dadgeha Bilind ku dibêje “îfadeyên şahidan bi tena serê xwe nabin sedema dayina cezayê” jî ji ber îfadeyên şahidan cezayê hefsê li Halîse Aksoy hatiye birîn.
Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên DEM Partiyî bi rojeva “qeyûm” civiyan. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan diyar kirin ku dê di her şert û mercan de xizmetê ji gel re bikin.
Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
Sûltanî qala êrişên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin vegot û got: “Ewlehiya canê Elewiyan û Xiristiyanan nîne. Hefteyek berê li herêma me çek li Suniyan hatin belavkirin.”
MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
MEB’ê têkildarî daxuyaniya Egîtîm Senê ku dê îro li dibistanan dersa “Wekheviya Zayenda Civakî” bide, daxuyanî da û got ku nabe dersên derveyî mufredatê bên dayin.
Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
Dirûşma Newroza 2025’an ku dê starta wê di 12’ê Adarê de li navçeya Liceyê bê dayin, diyar bû. Newroza îsal dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bê pîrozkirin.
Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Jin bi xwe gerdûn e” derket û bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan.
Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
Xizmên girtiyan ku demekê bi çalakiya xwe ya nobetê ya li pêşiya girtîgehan bûbûn rojev, bal kişandin ser banga Abdullah Ocalan û gotin: “Ji bo êş bi dawî bibe û aştî çêbibe divê dewlet jî gavan biavêje.”
Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
Aktîvîstê Beluc Cemal Belûc diyar kir ku modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re bûye hêvî û got, “Mînaka wan dike ku em xeyalên mezin çêbikin.”
Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
Endamên Amed ÂLÎM-DER’ê xwestin ku îktîdar û dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên şênber biavêjin.
Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavan biavêje û got: “Meseleya girtiyên nexweş mafekî mirovan ê sereke ye ku divê nebe amûra vê pêvajoyê. Divê temînateke hiqûqî hebe û girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
Rêxistinên DEM Partiyê yên Çewlig û Eskîşehîrê kongreyên xwe li dar xistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “Birêz Ocalan tu caran dev ji aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berneda.”