Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
Di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelek bajaran bi gel re civîn hat lidarxistin.
Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
Di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Akdenîzê tê lidarxistin de, êrîşên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê hate şermezarkirin.
Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
Komîteya Amadekar a Êlihê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê Adarê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir.
Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
Hevseroka HDP’a Agiriyê ya berê Ozlem Demîr, piştî 9 salan hate berdan.
Gazete Duvar tê girtin
Malpera nûçeyan a înternetê Gazeta Duvar ku nêzî 9 sal in weşanê dike, tê girtin.
Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
AKAD’ê bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan da û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku pêşiya komkujiyan bigirin.
Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin dê bingeha çareseriya kirîzan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û yekbûyî ava bike.
Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
Der heqê Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Serhan Asker de biryara girtinê hate dayin.
MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Îsmaîl Ozdemîr bersiv da bertekên ji ber gotina “rêberê avaker” ku Devlet Bahçelî ji bo Abdullah Ocalan bi kar anîbû û wiha got: “Ev, rastiyeke teknîkî ye. Divê êdî Tirkiye di hinek mijaran de biguhere.”
Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
Parlamenerê DEM Partiyê Omer Ocalan pêşnûmepirsek da Meclisê û xwest aqûbeta Nazim Babaoglû ku 31 sal berê ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê demê ve agahî jê nayên girtin bê aşkerakirin.
Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
Agirê ewil ê Newroza 2025’an li navçeya Licê hat vêxistin. Di axaftinan de hat gotin ku dê bi agirê berxwedanê ku li Licê hat pêxistin bersivê bidin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
Komîteya Amadekar a Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 19’ê Adarê de were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.
Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
Li Xelfetiya memleketê Abdullah Ocalan dê sibê agirê Newrozê bê vêxistin. Bang li her kesî hat kirin ku bi coşa banga dîrokî hemû kes biherikin qadê û beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.
Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş piştî hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re axivî û got ku nîqaşkirina pêvajoyê ya li ser zemîna Meclisê dê Tirkiyeyê ber bi aştiyê ve bibe. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin.
Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
Di doza GOÇÎZDER’ê de endam û rêveberên komeleyê ji îdiayên “endamtiya rêxistinê” beraet kirin û ji bo girtina komeleyê jî îdiaya “Dewlet bêhêz nîşan daye” weke hincet hate nîşandan.