Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
Nûnera UNICEF a Iraqê ragihan li Iraqê ji ber mayîn û bermahiyên şer 314 zarokî jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.
Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê li Qoserê daxuyanî dan û gotin ku li bendê ne dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavên pratîk biavêje.
Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku ew ê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye ji însafa hikûmetê re nehêlin û ew ê wek jin bixebitin.
OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
Şaxa OHD’a Stenbolê têkildarî girtiyê nexweş Soydan Akay daxuyanî da û got ku divê bi lezgînî were berdan.
Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
Ji bo endama YJA Starê Binevş Altay ku di bombebarana li Garê de jiyana xwe ji dest da, li Pirsûsê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di çarçoveya Roja Parêzeran de axivî û got: “Têkoşîna me ya ji bo serweriya hiqûqê, mafê darizandina adilane û azadiya parastinê bibiryardarî bidome.”
Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî neberdana Mahîr Polat da û got: “Sedema vê hêrs û nefreta hovane çi ye?”
Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Encama bangê serkeftin e” derket û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
Di hinceta biryara cezayê li melayên Kurd hatiye birîn de gotina “rojî serhildaneke li dijî zilmê ye”, protestoya qeyûm û banga tevlibûna daxuyaniyan weke sûc hatin nîşandan û bi van hincetan îdiaya “armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê ye” hate kirin.
Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî pêvajoyê bang li îktîdarê re kir û got: “Dev ji mijûlkirinê berdin. Cidî bin, rast bin û gavên li gorî daxwaza gel biavêjin. Meclis amade ye ku li ser zemîna lihevkirinê bicive.”
Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
Parêzer Erkam Erdem ragihand ku Mahîr Polat ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, sewqî Saziya Tipa Edlî hate kirin.
Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
Soydan Akay ê li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneya girtîgehê. Hat zanîn ku li nexweşxaneyê ji Soydan re gotin “tansiyona te rabûye” û şandin qawîşa wî.
Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
Prof. Kariane Westrheim diyar kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de her tişt girêdayî bersiva Tirkiyeyê ya li hemberî banga Abdullah Ocalan e û got: “Beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Pêvajoyeke bêyî wî nabe.”
Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
Birayê yek ji kadroyên pêşengên ên PKK’ê Mahsum Korkmaz, Fehmî Korkmaz diyar kir ku divê dewlet bilezûbez bersiva banga Abdullah Ocalan bide û got: “Em ji bo jiyanake azad û demokratîk biisrar in û aştiyeke birûmet dixwazin.”
Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
Abdullah Ruzgar ku 2 roj piştî banga Abdullah Ocalan hate berdan, diyar kir ku girtiyan banga dîrokî ji dil û can qebûl kirine. Ruzgar, got: “Divê em bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin û bi dewletê gav bidin avêtin.”