Parêzerên OHD'î: Divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
Parêzerên OHD'î diyar kirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û gotin ku qanûnên navneteweyî pêkanîna "mafê hêviyê" ferz dikin.
Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
Îtîraza li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û şêwirmendê wî Mûrat Ongun hate kirin, hate redkirin.
Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
Koordînasyona Şopandina Binpêkirinên Mafan da zanîn ku li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 ya Sîncanê mafên tenduristiyê, azadiya xweîfadekirinê, agahîgirtin û mafên civakî tên binpêkirin û ev yek tên wateya binpêkirina qedexeya îşkence û miameleya xerab.
Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
Di danişîna doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê de ku 15 kes ji ber îdiaya “îltîmas ji sûcdar re kirine” tên darizandin, daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hate qebûlkirin.
4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
Rejîma Îranê bi îdiaya “xerakirina ewlehiya neteweyî” 4 sal û 8 meh cezayê hefsê da lîstikvana Kurd Şohra Qemer.
Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
Rojnamegeran bertek nîşanî cezayê hefsê yê li rojnameger Necla Demîr Arvas hatiye birîn dan û gotin mafê agahîgirtinê yê gel hatiye astengkirin.
Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
Xalê Jîna Emîniyê Sefa Eylî hate girtin û şandin Girtîgeha Seqizê.
Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
Di danişîna doza rojnameger Necla Demîr Arvasê de 2 sal û mehek cezayê hefsê û biryara tehliyeyê hate dayin.
Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
Dema doza Narîn Guranê didomiya li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin û bang li darazê hate kirin ku heqîqeta cînayetê derxînin holê.
Cûma Çat hate definkirin
Cûma Çat ku li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da, li Mêrsînê hate definkirin.
Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 18’ê Nîsanê de bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike.
Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
DEM Partiyê, bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Enfalê daxuyanî da û kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bi bîr anî. DEM Partiyê got: “Me ji bîr nekir, me efû nekir û dê ji bîr nekin.”
Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
Li Geliyê Botanê ku her sal bi hezaran geştiyar diçin serdana wê, qûleyeke leşkerî hate avakirin.
Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
Danişîna ewil a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê ku 15 kes bi îdiaya “îltîmas ji sûcdaran re kirine” tên darizandin, dest pê kir.