‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de soz hate dayin ku dê xeyalên wan pêk bînin.
Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
Li navçeya Kulu ya Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû.
Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê di 18’ê Gulanê de li Amedê bên bibîranîn. Ji bo bîranînê, banga tevlibûnê hate kirin.
Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
Rojnameger Furkan Karabey ji ber parvekirinên ser medyaya dijîtal û nûçeyên çêkirî hate girtin.
Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
Mehmet Şîrîn Tekmenûray ku piştî 32 salan hate berdan, got: “Heta ku rêbertiya me azad nebe ji me re jî azadî tune ye. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
Gelê Mexmûrê li dijî ambargo û nêzikatiyên keyfî yên hikûmeta Iraqê meş li dar xistin. Gelê Mexmûrê got ku dê li dijî zilmê serî netewînin û çalakiya vegirtina konê dan destpêkirin.
Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
Di doza rojnameger Îsmaîl Çoban de biryar hate dayin ku dosya ji bo amadekirina mutalaayê ji dozgeriyê re bê şandin.
Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
Girtiyê nexweş Çetîn Tutkun sewqî Girtîgeha Kartepeyê hate kirin. Tutkun, di têketina girtîgehê de li dijî ferzkirina lêgerîna tazî derket û hate derbkirin. DEM Partiyê ji bo der heqê berpirsyaran de lêpirsîn were desptêkirin serî li ÎHÎK’ê da.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
Rêxistina ESP'ê ya Îzmîrê û SGDF’yê li dijî "Girtîgehên bi tîpa bîrê" dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî di roja 3'yemîn de berdewam kir.
Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn a li Tuzluçayirê bûn.
Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
Kesên beşdarî bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn a li Tuzluçayirê bûn, diyar kirin ku her du şoreşgeran jî kevneşopiyeke mezin ava kirin.
Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
Endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” Mehmet Şîrîn Tunç, diyar kir ku biryarên PKK’ê biryarên dîrokî ne û got: “Divê zemîneke ku Ocalan bikare bi rehetî bixebite bê avakirin. Nêzikatiyeke bi vî rengî dê bike ku aştî xurtir bibe.”
Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
Hevalên Mûstafa Mesût Tekîk qala jiyana wî kirin û anîn ziman ku wî jiyana xwe fedayî gelê xwe kiriye û gotin: "Dixwest aştiya ku dayik li hêviyê bû înşa bike. Ji bo bîranîna wî em ê aştiya birûmet pêk bînin.”
Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
Di danişîna doza 19 rojnamegeran de daxwaza rakirina biryara kontrola edlî ji hêla dadgehê ve hate redkirin û danişîn hat taloqkirin.
Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
Girtiya Nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, piştî 29 salan hate berdan.