Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bersiv da daxwaza “Bila Abdullah Ocalan bi rojnameger û siyasetmedaran re hevdîtinê bike” û got: “Tiştên di çarçoveya qanûnî de dikarin bên kirin.”
Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
Ji bo Esengul Demîr, Semîha Şahîn û Saîme Ozguzhan ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatibûn girtin, biryara tehliyeyê hate dayin.
Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike
Mûrat Kalmaz ê HDK’î diyar kir ku pêvajoya têkoşîneke nû dest pê kiriye û got: “Em ê avakirina civaka demokratîk komunal ku birêz Ocalan ser disekine, bi meclis û komunên taxên bidin destpêkirin.”
Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne
Ji banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û vir ve, hikûmet û dewletê li şûna avêtina gavên şênber 'bi tenê' xwestekên baş anîn ziman. Piştî ku PKK'ê biryarên xwe yên kongreya xwe di 12'ê Gulanê de aşkera kir, hemû çav li ser gavên ku dewlet biavêje ye.
Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv
Siyasetmedar Ahmet Turk diyar kir ku Abdullah Ocalan û PKK’ê berpirsyartiyên xwe bicih anîne û got: “Gavên ku dewlet biavêje gelek girîng in. Heke bixwazin ev pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, divê ji bendewariyên gel re bibin bersiv.”
Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim têkildarî pêvajoya nû got: “Erk û berpirsyartî dikeve ser milên me.” Ji fermandarên NPG’ê Amed Malazgîrt jî got: “Fesixkirin, destpêka serdema têkoşîneke mezin e. Barê li ser milên me hêj girantir bû.”
Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin
Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanyaya "Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê xwe re dicivin" heta niha zêdetirî 3 hezar mal ziyaret kir û zêdetirî 16 hezar name belav kirin.
Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di kongreya PKK’ê de axivî û got: “Hemû gavên heta niha Rêber Apo avêtine, bi serkeftinê biencam bûne.”
Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li dehan bajar û navçeyan bîranîn bên lidarxistin.
Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe
Eynete Akil a 60 salî ku di rêveberiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek de cih digire û bi zimanê Kurdî perwerdehiyê dibîne, got: “Ji bo ku zimanê dayikê tune nebe ez li vir im. Divê em nehêlin zimanê dayikê tune bibe.”
‘Ji bo zimanê dayikê divê destûra bingehîn bê guherandin'
Serokê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Mehmet Fîdan bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û astengiyên qanûnî yên li pêşiya wê û got ku divê Destûra Bingehîn ji bo zimanê dayikê bê guherandin.
Ji NY’ê daxuyaniya têkildarî kongreyê: Em amade ne ji bo pêvajoyê bibin alîkar
Sekreterê Giştî yê NY’ê António Guterres diyar kir ku wan biryarên PKK’ê bi keyfxweşî pêşwazî kirine û amadene ji bo pêvajoyê bibin alîkar.
Hayatî Kaytan: Em ê vê rêya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin
Birayê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan peyamek ji bîranîna li Tuzluçayirê re şand û got: “Em ê heta dawiyê bi we re bin. Em ê bi hev re vê rêwîtiya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin.”
Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de wiha hate gotin: "Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin."