Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku di biryarên kongreya PKK'ê de vegotina armanca sosyalîzmê girîng e û wiha got: "Armanca ku danîne pêşiya me tiştekî bi heybet e. Dema ku armanceke rizgariya gerdûnî hebe divê em vê li ber çavan bigirin."

Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin

Li Eskîşehîrê di Newroza 2024’an de ji bo endamên Komîteya Tertîp bi îddîa “muxalefeta li hember zagonê meşa kombûyin û çalakiyê” doz hate vekirin.

Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, nerazîbûn nîşanî biryarê da û got, "Weke kesên hatine hilbijartin, em ê heta dawiyê bi rêyên demokratîk û rewa parastina mafên xwe bikin."

Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî

Ji bo merasîma bibîranîna qadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku dê sibe li Qada Şêx Seîd bê lidarxistin banga “Em li nirxên xwe xwedî derbikevin” hate kirin.

‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê Nûrhat Yeşîl got, "Di vê qonaxê de PKK'ê tişta ku dikeve ser milê xwe pêk anî. Qonax wê bi gavên ji aliyê dewlet û hikûmetê bên avêtin ve diyar bibe."

Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin

Raportorê Tirkiyeyê yê AP'ê Nacho Sanchez Amor ê biryara kongreya PKK'ê nirxand wiha got: "Divê ev firsend neyê hebakirin. Di vê qonaxê de divê parlamentoyê jî tevlî pêvajoyê bikin."

ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN

Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin

ÎHD û OHD'ê li gel Baroya Amedê ji bo parastina hestiyên li navçeya Licê ku tê texmînkirin aydî mirovan in û ji bo tespîtkirina bê ka aîdî kê ne serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan.

Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin

Wêneyê nivîskar Ahmet Aktaş ê 42 sal berê li Şamê bi Abdullah Ocalan re hatibû kişandin ji aliyê Rojnameya Xewbûn ve hate weşandin.

Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan

Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê ku bi biryarnameyê hate girtin Aydin Koç piştî qedandina cezayê girtîgehê hate berdan.

Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan

Sadettîn Ozbahçecî ji hêla polîsan ve hatibû kuştin. Qetilkirina Ozbahçecî ya ji hêla polîsan ve li krîmînala polîsan nehat tespîtkirin û li ser vê yekê dosya ji krîmînala cendirmeyan re hate şandin.

Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin

Bi hinceta 2 pirtûkên ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatine çapkirin, der heqê xwediyê weşanxaneyê rojnameger Hakki Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin.

Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin

Ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku dê li Dêrsimê were lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin.

Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin

Cezayê hefsê yê polîsê bi navê Fatîh Dalgali ku di dema çalakiyên Parka Geziyê de bi fîşeka gazê Berkîn Elvan qetil kiribû, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.

Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be

Civaknas Demîr Kuçukaydin tiştên piştî banga Abdullah Ocalan rû dayin weke “destpêka pêngaveke nû” nirxand û got: “Guherîn dê biêş be. Li şûna gotina ‘me ev gav avêt, tu jî vê gavê biavêje’, divê mirov li ser birêxistinkirina civakê bisekine.”

< 257 258 259 260 261 > Rupel 259 / 5.358