Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bibîranîn. Mehmet Şîrîn Tunç di bîranînê de got ku Kaytan û Altûn ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine û ev tişt anî ziman: “Tu caran serî netewandin.”
'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
Çaran, di 17'ê Gulana 1982'an de li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an bedena xwe dabûn ber agir. Endamê Înîsiyatîfa 78'an Huseyîn Bariş ê bi Çaran re li Girtîgeha Amedê maye wiha got: “Pêvajoya ku em îro tê de derbas dibin, mîrateya Çaran e."
Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Colemêrgê ji ber nexweşiya tevekê ya li navçeya Rûbarokê hatiye tespîtkirin, di çarçoveya tevdîrên karantînayê de liev û tevgera ajalan qedexe kir.
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Mêşvanan berê xwe dan zozanan
Bi destpêkirina dema hêkavêtin û şanên mêşhingivan re mêşvanan berê xwe dan navçeya Qabilcewz a Êlihê ku ji hêla flora û faunayê ve herêmeke dewlemend e.
Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku Abdullah Ocalan hewl dide ji bo serdemeke nû deriyekê veke. Besta Botan jî got: “Têkoşîneke xwe dispêre siyaseta demokratîk û civaka demokratîk dest pê dike.”
Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
Siyasetmedarên DBP’î ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku dê di 17’ê Gulanê de li Dêrsimê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
Serlêdana ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve li dijî biryara 'rawestandina biryara' ya der heqê plana îmarê ya parselan de hat redkirin.
Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn li navenda îşkencexaneyê ya Rihayê nas kiribû û li Girtîgeha Amedê jî bi hev re mabûn, got: “Altûn, pir baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû.”
Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez diyar kir ku di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de li 12 tax û 72 gundan xwe gihandine 5 hezar malbatan û got: “Daxwaza sereke ya gel, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.”
Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
Nûnerên komeleyên heremê ragihandin ku divê dewlet li gorî pêvajoyê gav biavêje û ji bo aştiya civakî divê hemû komeleyên herêmê beşdarî pêvajo bibin.
Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
Hevseroka OHD’ê ya Şaxa Amedê Zeynep Karayilan got ku çawa tecrîd li Îmraliyê destpêkirî û di girtîgehên Tirkiyeyê û yên Kurdistanê de belav bûye û li ser hemû gele Kurd hatiye pêkanîn, dê çareserî jî di şexsê Abdullah Ocan de pêk bê.
Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
Dayika girtiya nexweş Elîf Denîzê, Mizgîn Denîz ku endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ye, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
Di pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li ziman û naskirina statuya Kurdî hate kirin.