Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
Ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku wê sibê li Qada Şêx Seîd bê lidarxistin banga beşdariyê hat kirin.
Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
Di çalakiyên ku li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hat xwestin ku girtiyên nexweş Kazim Avcı û Taylan Balatacı serbest bên berdan.
‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
“Sempozyûma Zimanê Kurdî” ya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê dest pê kir. Di axaftina beşdaran de hate ragihandin ku têkoşîna ji bo ziman kêm e û divê bêtir xebat werin kirin.
Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
Xizmên windayan di çalakiyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin de hatin cem hev. Malbatan pirsa 'Bi salan e em heman pirsê dikin: Hezkiriyên me li ku ne?'
Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
Li Rihayê 255 rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.
Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de Tuncer Bakirhan axivî û diyar kir ku rûbirûbûn yek ji esasên aştiya civakî ye. Pervîn Bûldan diyar kir ku eger winda neyên dîtin wê aştî nîvco bimîne.
Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
Berxwedana girseya ku ji bo bîranîna Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li Qada Seyîd Riza destûr nedan bikevin hundir, bi ser ket. Gel berê xwe da navenda bajêr.
Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
Cemîl Bayik diyar kir ku tevgera Apoyî wek avê diherike ne tene ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd her wiha ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn li ser esasê azadiya mirovahiyê û çareseriyên demokratîk paradîgmayeke nû ango ‘manîfestoya duyemîn’ bi pêş dixin.
Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
Bi hezaran kesên ku beşdarî bîranîna ji bo Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan a li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê bûn soza domandina têkoşîna wan dan.
Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
Selma Kaytan behsa birayê xwe Alî Haydar Kaytan ku jê re digot ‘Heval’ kir û wiha got: “Dema didît ku xwişk û birayên wî şopdarên heman rêyê ne, şad dibû. Di heyama nû de pêwîst e em xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
Komeleya Mafê Mirovan a Herena, diyar kir ku mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan ji hêla rayedarên girtîgehê ve tê astengkirin.
Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
Çalakiya konvegirtinê li hember ambargoyên hikûmeta Iraqê li ser Kampa Penaberan a Memûrê roja sêyemîn de berdewam dike.
JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê kirin û diyar kirin ku polîtîkaya bêcezahiştinê li pêşiya aştiya civakî asteng e.
Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
Hevalê Çaran ê heman kawûşê Ferhan Turk diyar kir ku çalakiya wan bandoreke mezin li Kurdan kir û wiha got: “Eger ew heval îro li me temaşe dikin, wê bêjin ku fedakarî û hewldanên wan vala neçûne.”
Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
48 sal di ser kuştina Hakî Karer re derbas bûye jî hê jî bandora wî li Dîlokê tê hîskirin. Hevalê wî yê têkoşînê Mustafa Kaplan diyar kir ku ji Hakiyê ji herêma Behra Reş hîn bûye ku Kurd e.