ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Vedat Aydin li ser gora xwe hat  bibîranîn
Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn

Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku ji aliyê JîTEM'ê ve hatibû qetilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu li vir axivî û diyar kir ku ew ê civaka demokratîk a ku gelek kesan ji bo wê berdêl dan, dê ava bikin.

Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an

Li navçeya Peyasê ya Amedê di avahiyekê de şewat derket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin

Kesên ku di encama êrîşa DAÎŞ'ê ay li dijî Mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku dê bi anîna aştî û demokrasiyê xeyalên kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi cih bînin.

Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Ji ber cejnê welatî li gelek bajaran çûn serdana gorên kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û gotin, "Heta aştiyeke bi rûmet pêk were em ê têbikoşin."

Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar

Dadgehê sedema biryara xwe ya "bê ceza hiştinê" ya ji bo Firat Koç ê têkildarî protestoyên li dijî qeyûm aşkere kir.

Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan

Li gel biryara PKK'ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî, hat ragihandin ku êrîşên Tirkiyeyê dewam dikin û di encama êrîşan de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dane.

Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin

Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê, bi navê 'Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' kampanya da destpêkirin.

Li Basayê nexweşiya tebekê
Li Basayê nexweşiya tebekê

Li gundê Çobankazani yê navçeya Basayê nexweşiya tebekê hat tespîtkirin.

DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin

Komîsyona Mafên Çandinî û Sewalan a DEM Partiyê diyar kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk parçeyekî bingehîn ê têkoşîna parastina xwezayê ye û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya parastina xwezayê bidomînin.

5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin

5 şaredarên CHP’î yên di çarçoveya lêpirsna gendeliyê ya li Stenbolê de hatibûn girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn ve ji erka xwe hatin dûrxistin.

Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye

Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê diyar kir ku biryarên ji bo fesîxkirin û qedandina têkoşîna çekdarî ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve pêşkêşî kongreyê hatiye kirin, hatine qebûlkirin, lê belê bicihanîna van biryaran ferz dike ku Ocalan pêvajoyê bi rê ve bibe, mafê siyaseta demokratîk bê naskirin û garantiyeke qanûnî ya xurt û berfireh bê dayîn.

Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej

Li navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê bi pileya 4.8 erdhêj pêk hat.

31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin

Serbestberdana girtiyê bi navê Haci Haykir ku 31 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bûrdûrê girtî ye bi hinceta negotiye 'ez bêal3i me', serbestberdana wî 8 meh dereng hat xistin. Hevsera wî Şîrîn Haykir xwest ev pêkanînîn bi dawî bibin û hevserê wê serbest bê berdan.

'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'

Li Geverê kurê şivan Sertîp Şen ê 6 sal berê ji aliyê Çawişê Pispor M.T ve hat qetilkirin Abdullah Şen got, "Eger kiryar neyên cezakirin, piştî vê bûyerê wê bêhtir wêrek tevbigerin. Di demên pêş de wê rê li ber cînayetên hîn mezintir veke."

< 233 234 235 236 237 > Rupel 235 / 5.358