Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek li mala xwe ya li Manîsayê bi elektrîkê ket, bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
Li Amedê li sîteyekê şewat derket û di encama şewatê Tûba Bîrcan Çavdar û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li Amedê konê sersaxiyê hat vekirin û welatî diçin sersaxiyê.
Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di arefeya Cejna Qurbanê de 863 qeza çêbûn û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 319 kesên din jî birîndar bûn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku têkiuldarî şewata li Sîteya Rojava derketiye û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane lêpirsî dane destpêkirin.
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
Hevserokên DEM Partiyê bi boneya Cejna Qurbanê li gelek lîderên partiyan û malbatên kesên ku di dîrokên cuda de di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane bi rêya telefonê geriyan û cejna wan pîroz kirin.
Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
Hîndekarê Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley got, "Ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje encamê divê ji bo azadiya Ocalan pêşketinek hebe."
Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
Bi boneya Cejna Qurbanê gorên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hat ziyaretkirin.
Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
Zanîngeha Anadoluyê derbarê 3 xwendekarên ku girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu protesto kirin de lêpirsîn vekir. Xwendekaran diyar kirin ku lêpirsîn hewldana ji bo teslîm girtina îradeya xwendekaran e.
Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
Tuba Bîrcan Çavdar û zarokên wê Elîf Çavdar, Zeynep Çavdar û Yusuf Çavdar yên di şewata li Sîteya Rojava derketibûn de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Yenîkoy hatin definkirin.
Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
Welatiyên li Rihayê diyar kirin ku ji bo pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin pêş bikeve niha dora meclisê ye û gotin, "Bi naskirina mafên destûra bingehenî re em dikarin bi hev re bijîn."
'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Jiyan Tosûn anî ziman ku guhertinên di Pakêta Darazê de kêm in û di sererastkirinên qanûnî de newekhevî heye.
Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
Xebatkara Şaredariya Êlihê Rojîn Akat a ku ji ber zexta pîsolojîk ku ji aliyê Gerînendeya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Êlihê ya qeyûm hatibû tayînkirin, bi nexweşiya hêrsê ketiye, giliyê şaredariyê kir. Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Êlihê Narîn Erol da zanîn ku pêkanînên bi heman rengî di hemû yekîneyan de hene.
Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
Li girtîgehên Edene û Osmaniyeyê hinek girtiyên nexweş nikarin bimeşin û hinek jî li ber mirinê ne. Ji bo hinek girtiyan rapora 'nikarin li girtîgehê bimînin' hatiye dayîn lê tevî nexweşiyên xwe jî nayên dermankirin û nayên berdan.
Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
Girtiyê nexweş Soydan Akay piştî 32 salan hate berdan, Akay diyar kir ku girtiyên nexweş bêyî sererastkirieke hiqûqî divê bên berdan û wiha got: “Berdana girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê astengkirin ne berdêla çekdanînê ye, berdêla çekdanînê aştî û civaka demokratîk e.”