Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e
Andy Carl ku li ser hevdîtinên aştiyê yên li welatên cuda şêwirmendiyê dike û ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan kir ku yek ji şertên pêşvebirina pêvajoyên bi vî rengî, tevlîbûna bi temamî ya rêberên siyasî ye.
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger: Divê sosyalîst di pêvajoyê de perpirsiyariyê tevbigerin
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, der barê nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd wiha axivî: “Perpirsiyarî hildana sosyalîstan erkeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de perpirsiyariya şoereşgeran mezin e.”
Lêpirsîna ÎBB'ê: Şaredar jî di nav de 22 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de şaredarên CHP'î yên Buyukçekmece, Avcilar, Gazîosmanpaşa, Seyhan û Ceyhan jî di nav de 22 kes hatin girtin.
Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye
Analîstê daneyan James Stevenson, diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê re 'îstîsmara online' a li zarokan qadên nû bi dest xistine û got, "Materyalên îstîsmarê (AI-Gen CSAM) yên zarokan ên bi teknolojiya sûnî hatine çêkirin sedema fikaran e. Divê hemû welat, civak û sazî bikevin nava tevgerê û dê û bav zarokên xwe ji nêz ve bişopînin."
Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
S.B. a ku hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê M.B. ji aliye dekbazan ve dora 8 mîlyon TL hatibû xapandin, piştî ku dekbaz nehatin dîtin, dozgeriyê biryara tedbîrê da ser 88 mîlyon TL’ê ku S.B. jê krîpto kirîbû.
Li Helebê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
Bi hezaran xelkê Helebê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin diruşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn û pirsgirkêka Kurd e" de meşek li dar xist.
Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin
Rojnameya Serxwebûnê temamiya perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku şandibû Kongreya 12'emîn a PKK'ê û belgeyên kongreyê hemû weşand. Serxwebûnê ragihand ku dawî li weşana xwe ya bênavber a 44 salan aniye û got, "Her tişt ji bo destpêkeke nû û hîn xurt e."
Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
Kesên ku di lêpirsîna ÎBB'ê de hatibûn binçavkirin, bi yek rêzî li otobusan hatin siwarkirin. Ev dîmen, binçavkirina siyasetmedarên Kurd ên di dema 'operasyona KCK'ê ya sala 2009'an tîne bîra mirov.
Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di bîranîna karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim de axivî û got, "Yek ji gavên herî girîng ên ji bo aştiyê, rûbirûbûn û darizandina kujeran e."
Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
Navên yek ji jinên destpêkê yên endamên tevgera siyasî ya Kurd Durre Kaya û siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk ê di sala 1994'an de di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû wê li Curnê Reş bên parastin.
Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
Heyeta dadgehê biryara Qeymeqamtiya Pirsûsê ya ku ji bo du parkan destûr neda navên "Mem û Zîn" û helbestvan Saît Kendîrcî da rakirin. Dadgehê biryar da ku navên hatine qebûlkirin li parkan bên kirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e
Endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol da zanîn ku Abdullah Ocalan gotiye, 'Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e' û wiha axivî: "Bi peymaneke nû re tacîdarkirina hewldana aştiya mezin bi kêrî her kesî tê. Divê di merheleyên pêş de kanalên hiqûqî bikevin dewrê."
Di meha Gulanê de li Îranê 152 kes hatin darvekirin
Li gorî rapora meha Gulanê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, herî kêm 152 kes hatine darvekirin.
Li Marmarîsê erdhej: Kesek mir
Li peravên navçeya Marmarîs a Muglayê ya Behra Spî, bi mezinahiya 5.8 erd hejiya. Li Muglayê kesekê jiyana xwe ji dest da, 69 kes jî birîndar bûn.