Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş ên giran Hasan Ruzgar û Kerîm Boran daxuyanî hatin dayîn û banga tehliyeyê hat kirin.
Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
DEM Partî di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de bi gel re civiya. Di çalakiya li Wanê de Pervîn Bûldan axivî û got, "Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan heye û em bi wî bawer in."
Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidarxistin û gotin: "Ger aştî pêk were bila hestiyên me bidin me, da ku goreke me jî hebe."
Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
Bi binçavkirina endezyarê înşaetê re têkildarî şewata li Amedê ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmara binçavkirinan derket 5'an.
Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
DFG dê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr li kolana ku hatiye qetilkirin bi bîr bîne.
Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji ber ku goreke ku ziyaret bikin nîn e, ji ber vê qet cejn pîroz nekiriye û li Qada Galatasarayê hezkiriyên xwe bi bîr tînin.
AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
Bi boneya Cejna Qurbanê AKP'ê DEM Partî ziyaret kir. Di serdanê de hat gotin ku civak piştgirî dide pêvajoya heyî û li welat atmosfereke nû hatiye afirandin.
Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
Li Dîlokê Seçîl Kaymakçi û zaroka wê ya 4 salî li mala xwe ya derîgirtî bi guman de mirî hatin dîtin.
33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
Xwişka Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya Amedê Hafiz Akdemîr Fahriye Bûlût diyar kir ku ew dixwaze failên birayê wê bên aşkerakirin.
Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
Derket holê ku mamosteyê matematîkê Suleyman Peşît yê li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Şirnexê destdirêjî li sê keçan kiriye. Li gel ku 3 meh di ser lêpirsîna derbarê Peşît de ku ji peywirê hatibû dûrxistin derbas bû jî hê jî îdîaname nehatiye amadekirin.
Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
Li Ewropayê, rêxistinên hiqûqî yên ku ELDH jî di nav de ye xwe amade dikin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku heta meha Îlonê der barê 'mafê hêviyê' de dane Tirkiyeyê, agahdar bikin. Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku pêwîst e Tirkiye ji bo mafê hêviyê gavên pêwîst bavêje.
Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
Alîkara Hevseroka ESP'ê Sezîn Ûçar diyar kir ku eger pêvajoyeke aştiyê ya adîl, demokratîk û bi rûmet destpê bike, divê dewlet jî hesabê sûcên kiriye bide û got, "Divê daxwazên Kurdan bi têkoşînên civakî werin zêdekirin."
Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
Bi germbûna hewayê re li Çiyayê Gilîdaxê jiyan ji nû ve zindî bû. Li başûrê Çiyayê Gilîdaxê dîmenên legleg, li aliyê bakur zeviyên xecxecokê mirov matmayî û heyran dihêle.
Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
Xebatên madenê yên endamê AKP'ê Îsmet Olmez ên li gundên girêdayî navçeya Pîran gel bê nefes hişt. Welatiyan diyar kirin ku ji bo rawestandina xebatên madenê li benda piştevaniyê ne.