Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
Tehliyeya Nîhat Şahîn ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, bi hinceta gotina wî ya “Ji bo nasnameya xwe ya Kurdî bijîm min 30 sal bedel da” hate astengkirin.
Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
Welatiyên ji bo geştê berê xwe dan Zozanên Alandeştê ku her sal dem bi dem tê qedexekirin, xwestin qedexeyên her sal bi hinceta ewlehiyê tên raginandin bên rakirin.
Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
Welatiyên li Enqereyê dijîn, diyar kirin ku ji bo aştiya civakî hewceye Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire û hemû derdorên civakî daxilî pêvajoyê bên kirin.
Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
Latîfe Tabar ku di şer de birayê xwe, dotmama xwe û 2 zarokên xwe winda kir û aqûbeta zarokeke xwe jî nizane, got: “Aştî, bi aliyekî û tenê bi axaftinê nayê. Ji bo vê hewceye gav bên avêtin.”
Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
Ji damezirînerên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Lîsa Çalan, diyar kir ku şer bandoreke neyînî li ser hunerê jî dike û got: “Di mijara civakîkirina pêvajoyê de rol û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me hunermendan û înîsiyatîfê.”
Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
Di êrişa çekdarî ya li gundê Bîkotê de welatiyê bi navê Saît Koç jiyana xwe ji dest da û kurê wî Emrah Koç jî bi giranî birîndar bû.
Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
Mehmet Çelîk ku piştî 30 sal û 6 mehan ji hefsê hate berdan, li warê xwe Amedê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin.”
Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
Li navçeya Menderesê rêzeqezayên trafîkê rû dan û di encama van qezayan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
Fîlozof Prof. Michael Lowy, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan îlhamê didin û got: “Fenîmîzma ku Ocalan destnîşan kiriye, yanî rola diyarker a jinan a ji bo veguherîna civakî, hesabpirsîna ji avaniyên baviksalariyê il gorî min jî gelekî girîng e.”
Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
Di şewata li Sîteya Rojava ya Amedê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di lêpirsîna têkildarî şewatê de dozgeriyê ji bo kesekî biryara girtinê û ji bo 2 kesan jî biryara binçavkirinê da.
Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
Alî Ocalan ku di roja cejnê de çûbû serdana xalê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha got: “Xalê min got; ‘em li vir jiyaneke nû ava dikin, rewşekî me ya wiha heye.’” Alî Ocalan, got ku Abdullah Ocalan pênûs diyarî zarokên çûbûn serdanê kir.
Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
Endamê EFFP’ê Ercan Aktaş têkildarî kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” axivî. Aktaş, diyar kir ku gelek kes dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikni û dê serî li Wezareta Dadê, girtîgehê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bidin.
'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
Di serî de çiyayên Gabar, Cûdî, Kato û Cilênimêja û herêma Bestayê, gelek herêmên Şirnexê bi awayekî fiîlî qedexe ne û nahêlin gel biçe van herêman. Zeynep Tetîk ku ev 35 sal in nikare biçe gundê xwe, got: "Behsa pêvajoya aştiyêdikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe."
Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 286’emîn de bi manşeta “Perspektîfa serkeftinê” derket.