Dayika Eren Bulbul: Bila dayikên din zarokên xwe winda nekin
Dayika Ûgûr Kaymaz: Em edalet û wekheviyê dixwazin, ne rondikên çavan
Dayika Ûgûr Kaymaz Makbule Kayma ku ji civîna ÎHD'ê ya 'Rêya Aştî: Bîr û Edaletê' re peyamek şand û diyar kir ku aştî dê ji bo hemû kesî baş be û dayika Eren Bulbul Ayşe Bulbul jî got, "Ez nikarim qebûl bikim ku dayikên din zarokên xwe winda bikin.”
Komexebata ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’
Komeleya Piştgirî Çand û Perwerdehî Ya Şêx Seîd, li navçeya Sûrê ya Amedê bi boneya salvegera bîranîna Şêx Seîd komexebata bi navê ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’ li dar dixe.
Tehliyeya Nûrcan Aslan hat taloqkirin
Tehliyeya girtî Nûrcan Aslan bi hinceta ku 'poşman nebûye' 3 mehan hat taloqkirin.
Êrişên Îsraîl-Îranê yên li heberî hev berdewam in
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de kete roja 9’emîn, êrişên li heberî hev bi moşekan ve berdewam e. Bi germbûna şer ve hewldanên dîplomatîk jî zêde bûn.
Îdîaya xwekuştinê ya di bin çavdêriya leşkerî de: 6 sal in li kujerê hevserê xwe digere
Polîsan dema Îslam Kaya birin girtîgehê bi qûndaxa çekê êrîşî wî kir û bû sedema xwînsariya mejî û hat îdîakirin ku dema leşkeran li serê wî nobet digirt li nexweşxaneyê xwe întîxar kiriye. Hemû lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi encam bûn. Hevsera wî Meryem Kaya 6 sal in li kujerê hevserê xwe digere.
Tehliyeya girtiyê ku piştgirî da banga Abdullah Ocalan hat taloqkirin
Serbestberdana girtiyê bi navê Beyar Ûgûrlû yê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Elezîzê 30 sal cezayê xwe qedand, bi hinceta ku gotiye, 'Ez piştgiriyê didim banga Ocalan' ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Girtiyê ji sedî 76 astengdar e terkî mirinê hiştin
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi navê Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û nexweşê giran e, li girtîgehê roj bi roj nebaş dibe. Dayika Ayik Hûlya Ayik banga berdanê kir û got, "Devrîm ji çarenûsa xwe re tê hiştin, li benda mirinê hatiye hiştin."
Serokê Baroya Amedê: Em hewl didin pêvajo pêşve biçe
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Gûleç têkildarî hevdîtinên li Enqereyê diyar kir ku ew armanc dikin di dema pêş de bi hewldanên cuda piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Rehan Bayik hate definkirin
Dayika Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik li Xarpêtê hate definkirin.
Doza kesên tev li merasîma cenazeyê Aysel Doganê bûn hate taloqkirin
Danişîna doza 49 kesên ji ber tevlibûna merasîma cenazeyê Aysel Doganê dihatin darizandin, hat taloqkirin.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Baroya Amedê: Divê mafên penaberan nebin mijara bazariyê
Baroya Amedê diyar kir ku polîtîkayên koçberiyê ya Tirkiyeyê û berpirsyartiyên navneteweyî hev nagirin û got: “Divê mafên penaberan nebin mijara bazariyê. Divê dawî li sepanên gotinên nefretê û paşveşandinê bînin.”
Gora Revan Zana Bariştiran cara 4'emîn hate texrîbkirin
Gora endama YJA Starê Revan Zana Bariştiran cara 4’emîn hate texrîbkirin.
Hewldana Ji Bo Aştiya Civakî dê Konferansa ‘Rêya diçe aştiyê' li dar bixe
Hewldana Ji Bo Aştiya Civakî, di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de û ji bo nîqaşên der barê polîtîka û têkoşîna hevpar de dê konferansê li dar bixe.