Dayika Cemîl Bayik wefat kir
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik wefat kir.
Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
Selman Gunbat ê ku di çarçoveya operasyona li dijî Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer de bi hinceta axaftina li ser têlefonê hatibû girtin, tehliye bû.
Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
Danişîna doza rojnameger Mehmet Şahîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hat taloqkirin.
Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
Di danişîna ewil a doz Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Fîkret Dogan de biryara tehliyeyê hate dayin.
Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî da û got: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
Dema artêşa Îsraîlê tesîsên nukleerî yên li Îranê bombebaran dikir, nexweşxaneyek bû hedefa fuzeyan. Îsraîlê ferman da ku êriş bên zêdekirin.
Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
Serokê Meclisa Penaberan a Konseya Bajar a Konakê Mete Husunbeyî diyar kir ku şer rê li ber koçberî û nîjadperestiyê vedikin û got: “Di van şerên Rojhilata Navîn de ji bo pêvajoya aştiyê em tevek divê tişta ji dest tê bikin.”
Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
Li Erxeniyê zarokek a 9 salî winda bûbû. Piştî xebatan, cenazeyê zarokê hate dîtin.
Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
Beşdarên nobeda Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê, ji bo Amediyan banga “Werin em ciwanên xwe xilas bikin” kirin.
Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
Şaxa ÎHD a Amedê, ji bo anîna cem hev a malbatên leşkeran û PKK'iyan dê civînekê li dar bixe. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz, diyar kir ku dê li gorî encamên civînê nexşerêyekê derxînin.
Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
16 serokên baroyên bakurê Kurdistanê pêşniyara çareseriyê ya ji 17 xalan pêk tê pêşkeşî partiyên siyasî yên li Meclisê kir. Di pêşniyaran de hat xwestin ku ziman û çanda Kurdî were naskirin, wesayeta rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî were bidawîkirin.
Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku di pêvajoyê tu xitimîn nînin û got: “Hemû pêşniyarên me yên ji bo usûla xebitandina komîsyonê û esasên wê jî amade ne. Pêşnûmeya me ya di vê mijarê de amade ye.”
Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
Can Oguzsoy ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin, da zanîn ku bi hinceta “hevdîtina bi parêzer re” birine cihê hevdîtinê û li wir gef lê hatine xwarin. Oguzsoy, got ku ji ber serlêdana sûc ew şandine girtîgeheke din û li wir jî lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.
Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû, rexmê Lijneya Îdare û Çavdêriyê 6 caran rapora ‘başhaliyê’ dabûyê jî careke din tehliyeya wî hate astengkirin.