DFG'ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist
DFG’ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Kesîra Onen û Selman Çîçek wek hevserokên nû yên komeleyê hatin hilbijartin.
Nûnerên Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan
Nûnerên Kampa Mexmûrê ku 37 roj berê ji hêla Iraqê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Tehranê piştî êrişa DYA’yê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
Piştî DYA’yê li tesîsên nukleerê yên Îranê xistî, Tehranê li dijî Îsraîlê du caran bi fuzeyan êriş kir. Îsraîlê qada xwe ya hewayî girt.
DEM Partiyê ji konferansê re peyam şand: Her hewldan dê me bêhtir nêzî çareseriyê bike
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” re peyam şandin û gotin ku her hewldan dê wan bêhtir nêzî çareseriyê bike.
Îmamoglû: Divê sererastkirinên hiqûqî û îdarî bên kirin
Partiya Pêşerojê: Ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir
Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê îktîdar sererastkirinên hiqûqî û îdarî bike. Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû jî ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir.
Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gavên divê dewlet û îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd biavêjin şênber in û got: “Divê girtiyên siyasî bên berdan û biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin.”
Ozgur Ozel: Avakirina aştiyê berpirsyartiya me tevan e
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” re peyam şand û got: “Em di wê baweriyê de ne ku divê zimanê tê bikaranîn hêviyê bide. Axaftina ser aştiyê, daxwazkirina aştiyê û avakirin aştiyê berpirsyartiya me tevan e.”
Faîk Bulut: Kurd êdî aktor in û divê bi serwextî tevbigerin
Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut têkildarî şerê Îran-Îsraîlê ji AW’ê re axivî û got ku şer ji çar qonaxan pêk tê û ji bo rewşa Kurdan jî got: “Rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn baş e û divê Kurd bi serwextî tevbigerin.”
Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin
Di hevdîtina ÎHD’ê ya “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” ku di roja duyemîn de didome, li ser “nexşerêya pêkanîna aştiyê” nîqaş hatin kirin.
Konferansa ‘Vekirina Rêya Aştiyê’: Divê eniya demokrasiyê çareseriyê pêşkeş bike
Riza Turmen ku di konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” de axivî, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi civakîkirina wê pêkan e û got: “Aştî, bi tunekirina sedemên rê li ber rakirina çekan vedike re dibe. Eniya demokrasiyê divê ji bo çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşniyar bike.”
Xizmên Atak ê ji doza JÎTEM’ê tê darizandin êrişî xebatkarên şaredariyê kir
Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Cizîrê li hotêla yek ji bersûcên cînayetên “kiryarnediyar” Kamîl Atak venihêrîn kir û têkildarî kêmasiyan rapor amade kir. Li ser vê yekê, xizmên Atak bi çekan ser midûriyetê de girtin û xebatkarek bi giranî birîndar kir.
Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’: Serlêdanên bo wezaretê didomin
Nivîskar Ertugrul Mavîoglû diyar kir ku serlêdanên ji bo Wezareta Dadê yên di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” didomin û got: “Mercên azad ên Ocalan ji bo aştiyê mijareke diyarker e.”
Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn
Hat îdiakirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi kamyonan melzemeyên tibbî hatine dizîn. Hat diyarknirin ku wezaretê mifetîş peywirdar kiriye û rêveberiya nexweşxaneyê jî ev îdiaye bêbersiv hişt.
Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol ji bo 6 mehan hate taloqkirin
Tehliyeya Besra Erol ku keça wê Evrîm Denîz Erol di Komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve careke din hate taloqkirin.