Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne

Aborînas Îlhan Doguş, şerê Îsraîl-Îranê nirxand û destnîşan kir ku armanca esasî, elementên axê yên kêmpeyda yên ku di bin kontrola Çînê de ne.

Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir

Hevserokê MATÛHAY-DER’ê Mehmet Zekî Kiliç, diyar kir ku rewşa girtîgehan li pêşiya demokrasiyê asteng e û banga têkoşîna hevpar li dijî binpêkirinên di girtîgehan kir.

Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin

Hat zanîn ku girtiyê nexweş Siddik Guler di 20’ê Hezîranê de sewqî ATK’ê hatiye kirin.

Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje

Kazim Ekîncî ku bavê wî Şemsettîn Ekîncî piştî 30 salan hatibû berdan û 6 meh piştre jiyana xwe ji dest dabû, got: “Bavê min jiyana xwe ji dest da, bila yên din sax derkevin. Heke îktîdar jidil be, bila tavilê girtiyên nexweş tehliye bike.”

Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir

Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi veşarî darve kir û beriya darvekirinê nehişt girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.

Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, diyar kir ku divê tavilê nav li pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin were kirin û bi demê re neyê vehêlandin. Koordînatorê Ekopolîtîkê Tarik Çelenk jî got: “Çareserî, bi edaletê dibe.”

‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’
‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’

Eşref Aker ku hevjîna wî Felem Aker yek ji girtiyên nexweş e, diyar kir ku divê astengiyên li dijî girtiyên nexweş bên rakirin û got: “Îktîdar, girtiyên nexweş weke gefekê bi kar tîne. Bi vê helwestê dê pêvajo çawa bidome?"

Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye
Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye

Dadgerê DMME’yê yê berê Riza Turmen bal kişand ser pêvajoyê û got: “Ev pêvajo firsendekî mezin e. Lê li pêşiya wê astengiya herî mezin, rejîma zextker a li Tirkiyeyê ye.”

Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin
Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin

Hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku bi qeyûm re projeyên wan ên ji bo rê, av, Bazara Keda Jinê, xebatên kooperatîfê û Mor Kafeyê jî hatine sekinandin.

ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin

Ji bo endamê HPG’ê Bariş Ozden hat xwestin li gundê Taşkesanê yê navçeya Giyadînê şîn were danîn lê leşkeran asteng kir. Malbatê, diyar kir ku astengkirina şîna wan her wiha jidilbûna dewletê ya ji pêvajoya aştiyê jî nîşan dide.

Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin

Ecevît Ozgul ê ku 31 salan girtî bû, ji Girtîgeha Tekîrdagê tehliye bû û got: “Divê em ji têkoşîna xwe, ji rêbertiya xwe û ji tevgera xwe bawer bin.”

Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne

Wekîla DEM Partiyê Pervîn Buldan ku weke Serokwekîla Meclisê hatibû hilbijartin, di axaftina xwe ya ewil de Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got: “Girîng e ku Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne.”

Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in

Serokkomar ê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan beriya Lûtkeya NATO'yê li balafirgehê daxuyanî da û der barê pêvajoyê de wiha got: "Ev pêvojoya ku wek polîtîkayek dewletê ye, em ji bo serketina wê amade ne.”

Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Di şewata li navçeya Dêrikê derketibû de welatiyê bi navê Adîl Çelîk ê 80 salî jiyana xwe ji dest da.

< 210 211 212 213 214 > Rupel 212 / 5.358