Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Boluyê pêşkeşî Meclisê kir û got: “Ev girtîgeh veguheriye kampa cezakirinê.”
PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin
PJAK’ê di mijara hewldana derxistina şer a di navbera Kurd û Azeriyan de daxuyanî da û banga “em mil bidin milên hev” û “avadaniyên hevpar” kir.
Dayika Şemiyê Emîne Ocak di serwîsa lêniherîna awarte de ye
Dayika Şemiyê Emîne Ocak, di 20’ê Hezîranê de qeyrana dil derbas kiribû, di serwîsa lênihêrîna awarte de ye.
DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş partiyên siyasî bi rojeva komîsyonê vexwendiye Meclisê.
Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tahranê bombebaran kir
Girtîgeha Evînê ya li Tahranê ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin, ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate hedefgirtin.
MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir
MSD’ê êrişa duh li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê hatiye kirin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir.
Belgeya nû ya derbarê Kurdistana Sor de: Tespîtên arkeologê Rûs ên têkildarî Mînkendê
Dîroknas Dr. îsmet Konak, xwe gihand rojnivîskên arkeologê Rûs Sîsoyev ên di sala 1924-1925'an de der heqê serdana xwe ya Kurdistana Sor. Dr. Konak ku rojnivîsk wergerand, bi raya giştî re parve kir.
Di lêpirsîna rojnameger Rabîa Onverê de biryara neşopandinê hat dayin
Di lêpirsîna ji ber nûçeyan der heqê rojnameger Rabîa Onverê de hatibû vekirin, biryara neşopandinê hate dayin.
Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin
Analîstê siyasî Rizgar Roşanî diyar kir ku rejîma Îranê li ber hilweşînê ye û got: “Di qonaxeke wiha dîrokî de divê hêzên Kurd ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî û mafên xwe yên bingehîn, bi berpirsyarî û bi koordîneyî tevbigerin.”
Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin
ÎHD'ê bi malbatên PKK'î û leşkeran ên zarokên xwe di şer de winda kirin re civiyabû. Malbatên tev li civînê bûn, diyar kirin ku ji bo êşên hatine kişandin careke din neyên kişandin divêbi destên hev bigirin û aştiyê pêk bînin.
Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne!” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Zextên li Rojhilat zêde bûn: Binçavkirin û qedexeya înternetê
Bi şerê Îsraîl û Îranê re zextên li ser gelê rojhilatê Kurdistanê jî zêde bûn. Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin.
Şaxa EMO'yê ya Amedê: Îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye
Hevserokê Şaxa EMO'yê ya Amedê Ûfûk Bûlût ê ku di nava koma lêkolîna şewata Pîranê de cih girtibû, diyar kir ku bi îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye.
Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd rojeva sereke ye û ji bo lidarxistina kongreyê banga berpirsyartiyê li her kesî kir.
Li gundê Êzidiyan dest bi çêkirina qereqolê kirin
Li gundê Kiwextê yê Êzidiyan qereqol tê avakirin. Ji ber çêkirina qereqolê, darên welatiyan ên li gund tên birîn.