Dê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
DEM Partî dê di 29’ê Hezîranê de li Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar bixe. Hevberdevka Komîsyona Zarokan Bêrîtan Guneş Altin, diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk de hedef wan ew e ku saziyên zarokan bibin kirde.
Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin
Nûnerên rêxistinên sosyalîst ên li Mêrsînê diyar kirin ku divê sosyalîst teqez vê pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd civakî bikin.
Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin
Malbata Kenan Tatar ê ku weke faîlê dosyaya “Çeteya Fihûşê” tê darizandin, gef li nûçegihana me Zeynep Durgutê xwar ku ev çeteye dexistibû holê.
Dogan ku piştî 31 salan hate berdan: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
Ahmet Dogan ku piştî 31 salan hate berdan, li bajarê xwe Êlihê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Dogan, got: “Em xwedî li pêvajoyê derkevin.”
AKKAY-DER: Divê dewlet tavilê gav biavêje
Hevserokê AKKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi mercên hiqûqî divê dewlet gav biavêje û got: “Divê dewlet tavilê sererastkirinên hiqûqî pêk bîne.”
Wêneyên talana Keşîşxaneya Mar Şalîtayê
Keşîşxaneye Mar Şalîtayê ya dîrokî, ji ber texrîbatên defînegeran û terkexemiyê ber bi tunebûnê ve ye.
Şandeya Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê Kurtulmuş re hevdîtinê bike
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bike.
Biryara bihincet a Doza Kobanê piştî salekê hate aşkerakirin
Biryara bihincet a Doza Kobanê ku li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û li Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag 30 sal cezayê hefsê hatibû birîn, hat aşkerakirin. Biryar, ji 32 hezar rûpelan pêk tê.
Rapora OHD’ê ya girtîgehên Marmarayê: Tehliyeya 93 girtiyan hat astengkirin
Şaxa OHD’a Stenbolê rapora xwe ya 6 mehan a têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê aşkera kir û got ku lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin û tehliyeya 93 girtiyan hatiye astengkirin.
Ji bo rojnameger Rabîa Onverê biryara neşopandinê hat dayin
Di lêpirsîna der heqê rojnameger Rabîa Onverê de ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal lê hatibû vekirin, biryara neşopandinê hate dayin.
Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş tehliye bû
Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş piştî ku cezaya ji ber “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh qedand, tehliye bû.
Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
Komîteya Konseya Ewropayê ragihand ku dê di meha Îlonê de bi rojeva “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan bicive.
Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
Li Amedê 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, di civîna bi rojnamegeran de gotin ku ji bo avakirina civakeke demokratîk, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê wan û banga xwedîderketina li pêvajoyê kirin.