Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
Rojnameger Zeynep Durgut ku ji ber teşhîrkirina “Çeteya Fihûşê” malbata Tatar gef lê xwaribû, serlêdana sûc kir. Bi boneya piştevaniya bi Zeynep Durgutê re li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin û soza têkoşîna li dijî vê zîhniyetê hate dayin.
Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya Geverê de axivî û got: “Têkoşîna sedsalî ya gelê me dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi ser keve.”
Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
Danişîna doza Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu, ji ber ku dozger hêj mutalaaya xwe pêşkeş nekiriye hate taloqkirin.
Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin
Tehliyeya Serdar Başaran ku li Girtîgeha Bafrayê tê ragirtin, bi îdiaya “ji bo civakê xetere ye” ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin
Dadgeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê ya li Îdirê de cezaya li 6 bersûcan hatibû birîn betal kir û xwest cezayê wan were zêdekirin.
‘Nobeta Azadiyê’ di sala 14’an de ye
Çalakiya “Nobeda Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Strasbourgê hatibû destpêkirin, di sala 14’an de ye.
Ji bo rojnameger Ertaş biryara beraetê hat dayin
Dadgeha Îstînafê, salek û 3 meh cezayê hefsê yê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li rojnameger Mehmet Alî Ertaş hatibû birîn derhiqûqî dît û biryara beraetê da.
Der barê rojnameger Berîvan Kûtlûyê de doz hate vekirin
Der barê Rojnameger Berîvan Kûtlûyê de bi hinceta weşanên li ser televîzyonê yên têkildarê erdheja 6’ê Sibatê doz hate vekirin.
Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn
Ji bo belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gulê bi îdiaya “firotin û belvakariya weşanên qedexe” 2 sal û mehek ceza hate dayîn.
Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
Danişîna doza Hevşaredara Hênê Besîle Narînê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
Berdevkê Unite the Unionê ya Navneteweyî Simon Dubbins, diyar kir ku Yekitiya Ewropayê divê ji bo pêvajoya hatiye destpêkirin zextê li Tirkiyeyê bike û got: “Nexwe dê ev firsenda dîrokî ji dest me biçe. Heke ji dest biçe jî dê felaket bibe.”
Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
Welatiyên Çerkes diyar kirin ku pirsgirêka demokrasiyê ya li welat pirsgirêka tevahiya gelan e û divê gel di vê pêvajoyê de bi hev re têbikoşin.
Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re axivî û got: “Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû û em ê van di rojên pêş de parve bikin.”
DFG: Em bi Zeynep Durgutê re ne û dê dev ji kesên gef xwarin bernedin
DFG’ê, têkildarî rojnameger Zeynep Durgut ku ji ber “Çeteya Fihûşê” derxist holê gef lê hatin xwarin daxuyanî da û kesên gefxwarin hişyar kir.
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Kurtulmuş re dest pê kir
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re dest pê kir.