Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
Medenî Yildirim ê ku li Licê di çalakiya li dijî çêkirina qerekolê de jiyana xwe ji dest dabû, DBP’ê bi munasebeta 12’yemîn salvegera mirina wî de daxuyanî da. DBP’ê di daxuyaniyê de got: “Em ê her tim xwedî li têkoşîna ciwanan derkevin.”
Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
Girtiyê bi navê Mahsum Yuksekbag ku di mejiyê wî de anevrîzma heye, ji ber ku emeliyat li revîrê red kir, nikare tedawî bibe. Dayika wî Sariya Yuksekbag got, "Rewşa kurê min qet nebaş e."
HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
HPG’ê têkildarê mirina Serhat Ceylanê ku dihate îdiakirin hatiye kuştin, ragihand ku ji ber pirsgirêka tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye.
HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
HPG-NRÇ’ê, da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên gerîla li herêmên Zap, Metîna û Amediyê didomin.
Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
Kedkarê Çapemeniya Azad Mazlûm Erencî, dê di 14'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe bê bîranîn.
Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
Şahida Komkujiya Madimakê Bîrsen Gunduz ku birayê wê û 2 karkeran û bi giştî 33 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku ev komkujî bi piştgirî û çavdêriya dewletê hatiye kirin. Nîlgûn Karababa ku xwişka wê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû da zanîn ku komkujî li dijî Elewiyan pêk hat.
Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
Welatiyên gundê Kêrs a navçeya Qaxizmanê, diyar kirin ku piştî rabûna lehiyê mal û bexçeyên wan zirar dibînin û daxwaza çareseriyê kirin.
Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
Parêzer Eren Keskîn ji bo berdana girtiya nexweşa giran a dil Fatma Tokmak serlêdan kir got, "Rewşa wê ji aliyê jiyanê ve gelekî krîtîk e. Nikare bimeşe, nikare razê. Ya rast, em bi fikar in."
Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
Veysel Ok, ji bo rojnameger Zeynep Durgut a ku nûçeya dosyaya “Çeteyên Fihûşê” çêkiribû û ji aliyê malbata sûcdar ve gêf lê hatibû xwarin, bertek nîşan da û diyar kir ku polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin. Tûrgût Dedeoglû, bo rêxistinên çapemeniyê banga piştevaniyê kir.
Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat têkildarî pêvajoyê axivî û got: "Em ê piştevaniya aştiyeke adilane bikin. Ji bo aştiyeke mayînde, cenazeyê 47 kesan teslîm bikin. Ger ev gav bê avêtin dê baweriya me xurttir bibe.”
‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo pêvajoyê sûdewer be’
Endama Navenda Giştî ya ÎHD’ê Pinar Zengîn diyar kir ku berdana girtiyên nexweş, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û xurtkirina rêveberiyên herêmî dê ji bo pêvajoyê sûdewer bin.
Trump sivikkirina cezayên li ser Îranê rawestand
Donald Trump piştî daxuyaniya Xamaney ku gotibû li dijî DYA'yê êrîşên nû dikarin pêk bînin, ragihand ku sivikkirina cezayên li ser Tehranê hatiye rawestandin.
Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin
Baroya Rihayê, OHD û ÎHD’ê ragihandin ku ji bo hevrûbûnê, naskirina mafan û pêşxistina pêşniyarên reformê dest bi xebatên li qadê, panel, civîn û amadekirina raporan dikin.
Rapora girtîgehan: Mafên herî bingehîn jî hatine sekinandin
Di rapora ku piştî nirxandinên li 9 girtîgehan hat amadekirin de rêxistinên hiqûqî û sivîl gotin, "Mafên herî bingehîn ên însanî yên girtiyan hatine sekinandin, tecrîda li ser girtiyan derketiye asta herî bilind."